Li Koln û Grazê civînên gel hatin lidarxistin
Li bajarê Elmanya Koln û li bajarê Awûstûrya Grazê, di civînên gel de bal hat kişandin ser teora dewleta Tirk a li herêmên xwerêveberiyê yên Kurdistanê û banga xwedîderketina li berxwedana gel hat kirin.
Li bajarê Elmanya Koln û li bajarê Awûstûrya Grazê, di civînên gel de bal hat kişandin ser teora dewleta Tirk a li herêmên xwerêveberiyê yên Kurdistanê û banga xwedîderketina li berxwedana gel hat kirin.
Li bajarê Elmanya Koln û li bajarê Awûstûrya Grazê, di civînên gel de bal hat kişandin ser teora dewleta Tirk a li herêmên xwerêveberiyê yên Kurdistanê û banga xwedîderketina li berxwedana gel hat kirin.
KOLN
Di civîna gel a li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kolnê de siyasetmedarê Kurd Mehmet Surmelî axivî.
Mehmet Surmelî di axaftina xwe ya li ser navê KCD-E de got, "Li Rojhilata Navîn cîhan ji nû ve tê dîzaynkirin. Di vê sererastkirinê de wê Kurd statuya xwe bi dest bixin. Xwedî têkoşîn û daneheviya berxwedanê ye, ku dikare vê yekê bi ser bixîne. Û konjonktura hatiye guhertin jî, ji vê rewşê re guncaw e."
Surmelî da xuyakirin ku bi qelibandina maseya muzakereyê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve têkoşîna Kurdan a diyarkirina statuya xwe destpê kiriye û got, "Kurd bi avakirina xwerêveberiyê re wê maseya muzakereyê ya hatiye qelibandin, di nava sîstema xwe de rake ser piyan."
'ŞER ÊDÎ BI TENÊ LI ÇIYÊ WÊ NEYÊ MEŞANDIN'
Surmelî diyar kir ku şerê gel ê şoreşger ji nû ve ketiye rojevê û got, "Êdî şer wê bi tenê li ser hîmekî, bi tenê li çiyê nemeşe. Ev şer wê êdî li her derê bê meşandin. Bi qasî li çiyê, wê li bajaran jî bê meşandin. Hişweşandin, êş hene ev hemû rastî ne, lê ji ber van zor û zehmetiyan vegera ji têkoşînê nabe. Kurd wê li dijî mêtîngeriyê li navendên bajaran, li her kolanê xwerêveberiyê ava bikin."
'XENDEK PARÇEYEK JI XWEPARASTINÊ YE'
Surmelî da zanîn ku xweparastin meselek bi tenê xendekan nîne û destnîşan kir ku xendek parçeyek ji xweparastinê ye. Surmelî hin kesên ku dibêjin 'xendek zerarê dide Kurdan' rexne kir. Surmelî bang li gelê Kurd û dostên wan kir, ku bi ruhê Kobanê xwedî li pêvajoyê derkevin û nerazîbûnê nîşanî terora dewletê ya li Kurdistanê tê meşandin, bidin.
GRAZ
Civîneke din a gel a li ser heman mijarê li bajarê Awûstûrya Grazê pêk hat. Di civînê de Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan û siyasetmedarê Kurd Cûma Tak li vir axivîn.
Di civîna ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir de, Ceylan mafê axaftinê wergirt û anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelekî zû pêşdîtina şerê li Sûriyeyê kiriye û nîşan daye ku Kurd li Sûriyeyê ne alîgirê rejîmê, ne jî alîgirê hêzên rojavayî ye.
Ceylan ragihand ku israra Kurdên li Rojava di vê rêya 3. de, ku bi modela xweseriya demokratîk hat nîşandan, îro çêtir tê fêmkirin û da zanîn ku ev rêya Kurdan hilbijartiye, ji bo pêşeroja Sûriyeyê rêya herî rast e.
Ceylan di dewama axaftina xwe de diyar kir ku faşîzma AKP'ê bi qedexeya derketina derve re bi mehan e dixwaze gelê Kurd teslîm bigire û anî ziman ku rêbazên faşîzma AKP'ê ne kêmî yên çeteyên DAIŞ'ê ne.
Siyasetmedarê Kurd Cûma Tak piştre axivî û diyar kir ku Kurdan bi dîroka xwe ya berxwedanê re polîtîkayên înkar û tinekirinê pûç kirine. Tak ragihand ku êdî ti kes nikare gelê Kurd ji nedîtî ve were û destnîşan kir ku di dema dîzaynkirina Rojhilata Navîn de her kes neçar e Kurdan bibîne.
Qisekeran dan xuyakirin ku divê gelê Kurd û dostên wan di vê demê de berxwedanê mezin bikin û bêhtir xwedî li têkoşînê û xwerêveberiyê derkevin.