Kampanya ji nû ve avakirina Rojava li Bremenê dewam dike
Li bajarê Elmanya Osterholzê, di çarçoveya kampanya ji nû ve avakirina Rojava de ji bo avakirina dibistanekê, çalakiyek piştgiriyê hat lidarxistin.
Li bajarê Elmanya Osterholzê, di çarçoveya kampanya ji nû ve avakirina Rojava de ji bo avakirina dibistanekê, çalakiyek piştgiriyê hat lidarxistin.
Li bajarê Elmanya Osterholzê, di çarçoveya kampanya ji nû ve avakirina Rojava de ji bo avakirina dibistanekê, çalakiyek piştgiriyê hat lidarxistin.
Çalakî bi tevlîbûna orkestra senfoniya ciwan û zarokan a Dibistana Muzîkê ya Eyaleta Bremenê pêk hat. Çalakiya piştgiriyê bi alîkariya Komîsyona Têkiliyên Derve ya NAV-DEM'ê, Şaredariya Osterholzê, Meclîsa Bajêr, Meclîsa Ciwanan a Bajêr, Barişspor, Heyva Sor a Kurdistanê û rêxistina polîsan a bajêr, hat organîzekirin.
Nûnerên saziyên amadekar hemû bi hev re derketin ser dikê, mêvan silav kirin û ji ber alîkariya bê kirin, spasiyên xwe pêşkêş kirin. Nûnerê Komîsyona Têkiliyên Derve ya NAV-DEM'ê Kenan Koç got, "Bi alîkariya me re mirov wê ji nû ve jiyana xwe ava bikin. Divê ji bo vê yekê derfet werin afirandin."
Wolfgang Lange ku alîkariya ji bo navenda tenduristiyê ya bi desteka Komên Dildaran ên Koordînasyona Rêxistin û Partiyên Şoreşger a Navneteweyî (ICOR) hatin berhevkirin bi xwe bir radest kir û li Kobanê tevlî xebatên çêkirina navendê bû, xebatên xwe bi rêya wêne û dîmenan nîşan da. Lange zor û zehmetiyên di dema xebatên avakirinê de ew lê rast hatin jî, vegot.
Lange got, "Li wê derê kel û melên teknîkî qet nînin. Malzemeyên ji bo înşaetê jî me di ser Tirkiyeyê re bir, lê belê tevî hemû hewldanên wan jî Tirkiyeyê nehişt malzemeyên înşaetê di deriyê sînor re were derbaskirin." Lange da xuyakirin ku wan barê bi tonan ê ji hesin, çîmento û pêwîstiyên din, di nava şert û mercên gelekî zehmet de di sînor de derbas kirine, li ser pişta xwe kirine û bi vî rengî birine.
Piştre Ortestra Senfoniya Ciwanan a Dibistana Muzîkê ya Eyaleta Bremenê, ji arşîva muzîkê ya gel û baweriyên cuda, pêşkêşiyek kir. Komîsyona xebatê bexşên hatin kirin dan hev û ragihand, ku ew ê der barê bexşên hatine kirin û hemû alîkariyên din de, di dema pêş de agahiyeke berfireh bidin xêrxwazan.
Gelek Elman, Kurd û mirovên ji gelên cuda beşdarî çalakiyê bûn.