Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, der barê polîtîkaya koçberkirinê ya dewletê de, ku li gelek navendên Kurdistanê bi taybetî jî li Sûrê xistiye meriyetê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev bang li gelê Kurdistanê hat kirin: "Rêya dewamkirina hebûna xwe û bûyîna xwedî mafê jiyaneke demokratîk û azad, berxwedana me ya ji bo jiyana li mal, kolan, gund û taxên me ye. Eger jiyan wê hebe, divê li tax, bajar û navçeyên me be."
GELÊ KURD ÇARESERIYA XWE BI XWE DIAFIRÎNE
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku gelê Kurd, li dijî hikûmeta AKP'ê ya bi gotina 'Pirsgirêka Kurd nîne' re dest bi êrîşa li hemberî têkoşîna azadiyê ya gel kir, bi îlana xwerêveberiyê re dest bi berxwedanê kir û li hemberî rewşa neçareseriyê ya dewleta Tirk, bi çareseriya xweseriya demokratîk re bersiv daye. KCK'ê destnîşan kir, ku gelê Kurd bi berxwedanê re çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîn daniye pêşiya dewleta Tirk û li hemberî neçareserî, tecrîda li ser Ocalan û zextan, çareseriya xwe afirandiye.
Daxuyaniya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Dewleta Tirk ji ber ku ne xwedî zîhniyeta demokratîk e û polîtîkayeke xwe ya çareseriya pirsgirêka Kurd nîne, bi rêbaza dehan salan re ji bo serîtewandinê êrîş dike. Di nava çend mehên dawî de bi awayekî zelal raxistiye pêş çavan ku hêzeke çawa ya mêtînger, qirkirina çandî û dagirker e. Bi van pêkanînên xwe yên çend mehên dawî re dewleta Tirk bi awayekî vekirî bersiv daye pirsa 'nêzîkatiya xwe ya li hemberî pirsgirêka Kurd çi ye?' Rastiya dewleta Tirk a li hemberî Kurdan ev e. Ya tu yê serî li ber vê polîtîkaya dewleta Tirk bitewîne, yan jî tu yê rastî êrîşan bê!
DEWLETÊ LI HEMBERÎ BERXWEDANÊ SERÎ LI POLÎTÎKAYA KOÇBERKIRINÊ DAYE
Gelê Kurd gelekî berî çil salan nîne. Ev çil sal in nîşan dide ku ew naxwaze bibe gelekî li ber mirinê û di jiyana demokratîk û azad de israr dike. Ev gelê ku di nava çil salan de xwe ji xweliyên xwe ji nû ve afirandiye, nepêkane ku bi mirin û zilmê re çav bê tirsandin, bê melisandin û serî lê were tewandin. Ji ber ku ev gel, di salên 1980'î de di şexsê zîndana Amedê de xwe gihandiye rastiya gelê berxwedêr û serketî. Di nava şert û mercên herî zehmet de li ber xwe daye û bi ser ketiye. Ev serketin jî kiriye rêbaza şoreşa Kurdistanê û veguherandiye rêbaza bidestxistina jiyana demokratîk û azad. Şert û merc çiqasî zehmet dibin bila bibin wê li ber xwe bide û jiyana azad û demokratîk qezenc bike. Ya ku gelê Kurdistanê îro li Kurdistanê şênber kiriye, ev ruhê 14'ê Tîrmehê ye.
Piştî ku dewleta Tirk dît ku gelê Kurd wê di nava her şert û mercî de li ber xwe bide, serî li polîtîkaya koçberkirina bi zorê ya gel daye. Armanca êrîşên li Sûrê ev e. Êrîşên li cihên din tên kirin jî ji bo koçberkirina gel e. Polîtîkaya salên 1990'î ya koçberkirina gundan, niha li bajaran tê meşandin. Ev êrîşeke tehcîrê ye ji bo qirkirina çandî tê meşandin. Yek ji rêbazên hêzên ku di herikîna dîrokê de xwestine qirkirinê bikin, tehcîr û koçberkirin e. Li dijî gelê Kurd niha ev polîtîka tê meşandin. Dewleta Tirk bi koçberkirinê re êrîşî hebûna gelê Kurd dike."
EM LI DIJÎ POLÎTÎKAYA KOÇBERKIRINÊ LI BER XWE BIDIN
KCK'ê li hemberî polîtîkaya koçberkirinê ya dewletê banga berxwedanê kir û ev peyam da gelê Kurd: "Li dijî vê polîtîkaya koçberkirinê ya dewleta Tirk, divê tevahiya gelê Kurd ji bo hebûna xwe li ber xwe bide. Berxwedana herî mezin a hebûnê, li hemberî her şêwe zext û êrîşan, xwedîderketina li ax û kevirê xwe ye. Li hemberî hêzên qirkirinê, neterikandina mal, kolan û taxa xwe, berxwedana parastina hebûna xwe ye. Serketina berxwedana jiyana demokratîk û azad, ancax bi dijderketina li koçberkirin û valakirinê, dibe.
Hemû mêtînger, zordar û zaliman, di sedsala 20'an de li dijî berxwedana jiyana azad û demokratîk a gelan timî serî li vê polîtîkaya koçberkirinê dane. Ji vê re jî gotin, 'Taktîka avê biçikîne, masî bikuje'. Mêtîngeriya qirkirina çandî jî niha vê polîtîkaya gemarî li hemberî gelê Kurd dimeşîne. Em hemû pêkanînên vî şerê gemarî yê li cîhanê nas dikin; em vî şerê gemarî ji polîtîkayên di sedsala 20'an de li Kurdistanê hat meşandin nas dikin, em vî şerê gemarî ji polîtîkayên ji 12'ê Îlonê û vir ve tê meşandin nas dikin, em vî şerê gemarî ji pêkanînên di salên 1990'î de nas dikin. Der barê van polîtîka û pêkanînan de em zane bûne. Em êdî van polîtîkayan gelekî baş nas dikin. Yekane bersiva li van polîtîkayan, israra di berxwedanê de ye, neterikandina mal û kolanan e.
'EM MALÊN XWE NETERIKÎNIN'
Rêya dewamkirina hebûna xwe û bûyîna xwedî mafê jiyaneke demokratîk û azad, berxwedana me ya ji bo jiyana li mal, kolan, gund û taxên me ye. Eger jiyan wê hebe, divê li tax, bajar û navçeyên me be. Terikandina cih û war, mal û halên xwe, ji destpêkê ve qebûlkirina mirinê ye. Jiyana were jiyîn û jê bê hezkirin; mîna şehîdê me yê nemir Kemal Pîr digot, 'jiyana di oxira wê mirov jiyana xwe ji dest bide' ye. Bi 14'ê Tîrmehê re 'bi qasî ku di oxira wê de jiyana xwe ji dest bide, ji jiyanê hez dike' bûye pîvana jiyanê ya Kurdan. Pîvana jiyanê ya Rêber Apo ev e. Heta ku di berdêla hezkirina wê de mirov mirinê nede ber çavan, nepêkane ku li Kurdistanê jiyaneke azad û demokratîk were afirandin. Gotin û gava destpêkê ya vê yekê, hezkirina ji mal, kolan û taxên xwe, neterikandina cih û warên xwe ye.
Em ji mala xwe, warê xwe, taxa xwe, gundê xwe, bajar û navçeyên xwe hez bikin û em bernedin! Eksî qirkirin, mêtingeriyê, em van qadên ku bi hezaran şehîdên me di oxira wan de jiyana xwe feda kirine bernedin! Sûr, ruhê Amedê ye; ruhê Kurdistanê ye. Em vî ruhî teslîmî qirkerên çandî nekin! Em vî ruhê Amedê û Kurdistanê yê ku dîroka me û berxwedana me ya mezin a 40 salan daye avakirin azad bikin! Cizîr, Nisêbîn, Silopiya, Gever, Farqîn ê ku bajarên şehîdên şoreşa vejînê ne û bajarên xwe yên din, ji ber girêdana xwe ya bi şehîdan re em terk nekin! Ev bajarên me yên ku şehîdên me kirine kelhên berxwedanê, em bikin kelheyên bidestxistana jiyana azad û demokratîk!
HETA EM JIYANGEHÊN XWE TERK NEKIN WÊ SERKETIN A ME BE
Gelê me yê hêja! Heta em mala xwe, kolana xwe, gundê xwe, taxa xwe, bajar û navçeya xwe terk nekin, wê serketin a me be. Wê jiyana azad û demokratîk bi dest bikeve. Parastina kolana xwe, taxa xwe, kevirê xwe, axa xwe, parastina hebûn û jiyana me ye. Bi hembêzkirina kolana xwe, taxa xwe, kevirê xwe, axa xwe ve wê jiyana azad û demokratîk bê bidestxistin.
Dewleta Tirk bi êrîşên xwe, propagandayên xwe hewl dide şerê psîkolojîk mezin bike, gelê me bide koçkirin. Teqez divê em neyên lîstîkên vî şerê psîkolojîk; li ser eksa vî şerê qirêj, em taxên xwe, navçeyên xwe terk nekin! Li dijî van koçkirinan li ber xwe dayîn, teqez wê êrîşkaran têk bibe, jiyana azad û demokratîk ji gel re bîne.
Her kulîlk li ser axa xwe xweşik e. Her kulîlk dikare li ser axa xwe jiyanê mayînde bike; reng û bêhnên herî xweşik bide.
Em destûrê nedin ku ti destên zalim û şerê psîkolojîk me ji axa me qut bike. Wek gulê em bi striyên xwe, berxwedana xwe hebûna xwe biparêzin.!"