Şehîdên Til Temirê hatin veşartin-HAT NÛKIRIN

Bi hezaran welatiyên Kantona Cizîrê cenazeyên 12 şehîdên Til Temirê yên ku di teqînên 10’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan, oxir kirin.

Bi hezaran welatiyên Kantona Cizîrê cenazeyên 12 şehîdên Til Temirê yên ku di teqînên 10’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan, oxir kirin.

Bi hezaran welatiyên Kantona Cizîrê cenazeyên ‘Mecîd Xelef Derwîş, Hwas Ebdil Wahid, Hemîde Seîdî Ebdo, Ehmed Mihemed Îbrahîm, Zekeriya Sikêf, Ebbas Mehmûd Derwîş, Hisên Xidir, Ehmed Xidir El-Şermûx û Hessan El-Ensar’ û 3 kesên din ku ji ber perçebûna laşên wan nasnameyên wan nehatin zanîn, li Til Temirê bi merasîmekê oxir kirin.

Di merasîma oxirkirinê de Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekermê Hiso, Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz Hekem Xelo, Serokê Desteya Parastinê Ebdilkerîm Saroxan, Serokê Desteya Şehîdan Rêzan Gulo û gelek serokên desteyan û cîgirên wan amade bûn.

Welatî bi armanca wergirtina cenazeyan li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a Til Temirê kom bûn. Welatiyan darbestên 12 şehîdan rakirin ser milê xwe û birin qada saziyê. Li Qada Saziyê jî merasîmek hat lidarxistin.

Di merasîmê de welatiyan wênyên 12 şehîdan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.

Merasîma oxirkirinê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî li ser navê TEV-DEM’ê, Yekîtiya Star, Rêveberya Xweser, MLKP’ê û YPG’ê û gelek saziyên din axaftina hatin kirin.

Di axaftinana de sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin û hat gotin ku ev kes şehîdên biratiya gelan e.

Di axaftinan de her wiha hat gotin ku divê hemû pêkhate yekîtiya xwe xurt bikin, da ku hermên xwe li dijî hemû êrîşan biparêzin.

Qisekeran êrîşên ku li dijî welatiyên sivîl pêk hatin şermezar kirin û diyar kirin ku ev êrîş di roja Mafên Mirovan de pêk hat û destnîşan kirin ku çeteyan xwest di vê rojê de îradeya mirovahiyê bişkînin. Qisekeran gotin: "Her çiqas çete kiryarên qirêj ên bi vî rengî bikin, gelê Rojava ji berxwedana xwe venagere."

Di axaftinana de her wiha berxwedana Bakurê Kurdistanê jî hat silavkirin. Di dawiya axaftinan de jî soza şopandina rêya têkoşeran hat dayîn.

Di merasîman de peyamên sersaxiyê yên rêxistin û partiyên siyasî jî hatin xwendin.

Piştî ku axaftin bi dawî bûn welatiyan darbestên 12 qurbaniyan hilgirtin ser milên xwe û birin goristana Til Temirê û li wir bi tilîlî û qîrîna dirûşmeyan spartin axê.

Hêjayî gotinê ku qurbaniyên din jî di rojên berê de ji aliyê xizmên xwe ve hatin veşartin. Ji wan 1 ji Qamişlo ye û 4 jî Asûriyên ji Til Temir in.

...