Şerê li Sûrê dewam dike

Di roja sêyemîn a "qedexeya derketina derve" ya şeşemîn a li Sûrê de şer bi giranî li herêmên Mizgefta Kûrşûnlû û Taxa Fatîhê diqewime.

Di roja sêyemîn a "qedexeya derketina derve" ya şeşemîn a li Sûrê de şer bi giranî li herêmên Mizgefta Kûrşûnlû û Taxa Fatîhê diqewime.

Li Taxa Fatîhê, 3 maşînên zirxî yên êrîşî gel dikirin, di dema şer de xisareke mezin dîtin. Nehat hînbûn ku di van maşînan de mirî yan jî birîndarên çekdarên Tirk hene yan na. Li herêma Mizgefta Kûrşûnlû, li hemberî maşîneke zirxî ya tîmên tevgera taybet tê de bûn, çalakiyek bi roketê hat lidarxistin.

Li heman herêmê ji ber êrîşa hêzên dewletê duh 2 sivîl birîndar bûbûn.

Duh êvarê polîs û tîmên tevgera taybet ên Tirk, bi guleyên bombeavêjan re gelek xanî hilweşandin. Hêzên dewletê îro jî hewl didin bi tankan bikevin nava taxê.

LI AMEDÊ WÊ ÎRO ÇALAKÎ BÊN LIDARXISTIN

Li aliyê din, li ser banga DBP û HDP'ê gelê Amedê wê îro ji bo Sûrê dakeve qadan. HDP wê civîna koma partiya xwe jî sibe li Amedê pêk bîne.