Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, KCD-E dest bi kampanya azadiyê kir. Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan bang li hemû hêzên demokratîk, bi taybetî jî Kurdan kir, ku li dijî tecrîdê dakevin kolanan.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi komployeke navneteweyî re ev 17 sal in li girava Îmraliyê tê ragirtin, bi awayekî girankirî dewam dike. Kongreya Civaka Demokratîk li Ewropayê (KCD-E) li hemberî tecrîdê, bi dirûşmeya "Ji bo azadiya Rêber Apo em berxwedanê mezin bikin" û "Li dijî mêtîngeriyê bijî xweserî, li dijî koledariyê bijî azadî" dest bi kampanyayê kir. Hevserokê KCD-E bang li Kurdan û hêzên demokratîk ên li Ewropayê dijîn kir, ku ji bo azadiya Ocalan tevlî kampanyayê bibin. Ceylan ragihand ku mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd Ocalan e û destnîşan kir ku eger tê xwestin, pirsgirêk li Tirkiyeyê bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bibe, divê tavilê tecrîd bê rakirin.
'DI ŞEXSÊ OCALAN DE HAT XWESTIN KU GELÊ KURD TESLÎM BÊ GIRTIN'
Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan da xuyakirin ku ev 17 sal in li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd tê meşandin û got, "Bi komploya navneteweyî ya bi hesab û demdirêj re di şexsê Rêber Apo de hat xwestin, ku tevahiya gelên Kurdistanê teslîm bê girtin. Di nava 17 salên dîlgirtinê de, nêzîkatiya TC ne li gorî exlaqa şer bû. bi taybetî di dema AKP'ê de tecrîd hatiye şidandin. Tecrîd bi rêbazeke li dijî hiqûq û exlaqê veguherandiye şantajê. Ev yek jî li pêş çavên tevahiya cîhanê bi awayekî vekirî kiriye. Nêzîkatiya TC a mêtînger û nêzîkatiya hêzên navneteweyî ya li Rêber Apo, tê wateya israra di Lozanê de."
'AFIRÎNERÊ ÇARESERIYÊ OCALAN E'
Hevserokê KCD-E Ceylan diyar kir ku di aştî û çareseriyê de rola Ocalan diyarker e û got, "Li hemberî tecrîd û polîtîkayên tenêhiştinê, Rêber Apo dev ji hewldanên xwe yên ji bo aştiyê bernedaye û li ser bingeha perspektîfa jiyana bi hev re û biratiya gelan, di çareserî û aştiyê de israr kiriye. Îro jî ev hewldan dewam dike. Girîng e tecrîd bê rakirin, der hal heyete ji Îmraliyê re were şandin, ji nû ve diyalog pêk were û pêvajoya çareseriyê ji cihê mayî bê dewamkirin. Ji bo jiyana bi hev re ya gelên Kurd û Tirk, rêya nebe nabe, ev e. Beriya her kesî divê Erdogan û AKP'ê bi vê zanibin."
'GIRÎNG E EWROPA DESTEKÊ BIDE XWERÊVEBERIYAN'
Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan got, "Xwerêveberiyên demokratîk, modeleke jiyana gelan e ku di encama hewldana mezin a Rêber Apo û têkoîna azadiyê ya 40 salan de derketiye holê" û destnîşan kir ku divê her kes xwedî li vê modelê derkevin. Ceylan da zanîn ku gelê li Bakurê Kurdanê bi canê xwe xwedî li vê sîstemê derdikeve û axaftina xwe wiha dewam kir: "Xweseriya Demokratîk ji aliyê gelê Kurd û hemû gelên bindest ên li Kurdistan û Rojhilata Navîn ve hatiye pejirandin û xwedî lê tê derketin. Gelê me îro li Rojava û Bakurê Kurdistanê bi dayîna canê xwe, bi berdêlên mezin xwedî lê derkevin. Ev yek îspata bicihhatina vê modelê ye. Li Bakurê Kurdistanê li herêmên xwerêveberî lê hat ragihandin ji sedî 90 ê welatiyan deng dan HDP'ê. Ji ber vê yekê çete û hêzên mêtînger êrîşî gelê me dikin. Zîhniyeta noker a ji nexweşiya desthilatdarî û mêtîngeriyê, ancax bi avakirina xweseriya demokratîk re dikare ji holê were rakirin."
Ceylan ragihand ku weke KCD-E xebata wan a lezgîn, şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya Ocalan e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Êrîşên li herêmên xwerêveberiyê bi xwînxwarî dewam dikin. Ev êrîş paralelî tecrîda li ser Rêber Apo tên kirin. Ev jî tê wê wateyê ku divê em modela jiyanê ya Rêber Apo pêşkêş kiriye li her qada lê dijîn di asta herî bilind de bikin hinceta rêxistinbûyînê. Ev yek jî di çarçoveya kampanya 'Ji bo azadiya Rêber Apo em berxwedanê mezin bikin' û 'Li dijî mêtîngeriyê bijî xweserî, li dijî koledariyê bijî azadî' de daketina kolanan dibe."
ÇALAKIYÊN BÊN LIDARXISTIN
Daxwazên sereke yên kampanya "Ji bo azadiya Rêber Apo em berxwedanê mezin bikin" û "Li dijî mêtîngeriyê bijî xweserî, li dijî koledariyê bijî azadî" a KCD-E bi vî rengî ne:
-Navendên Civaka Demokratîk ên li Ewropayê, xwedî li azadiya Rêber Apo û xweseriya demokratîk derkevin.
-Li dijî terorîzekirina gelê Kurd, ku di şexsê PKK'ê de tê kirin, were derketin.
-Li hemberî operasyonên siyasî yên li Ewropayê çalakiyên demokratîk bên lidarxistin.
-Di 9'ê Çileya 2016'an de tevlîbûn li meşa navendî ya li Parîsê were kirin.
-Di salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, di navbera 9-13'ê Sibatê de li hemû paytextên welatan û yên eyaletan, tevlîbûn li meşên dirêj bên kirin.
-Di 13'ê Sibata 2016'an de tevlîbûna girseyî li meşa navendî ya li Strasboûrgê were kirin.
-Di hemû çalakiyên jin, ciwan û xebatên dîplomasiyê de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedîderketina li xwerêveberiyên demokratîk esas werin girtin.
-Weke pêkhateyên KCD-E em bang li hemû alîgirên projeya jiyana bi hev re ya azad û demokratîk dikin, ku ji bo azadiya Rêber Apo û xwedîderketina li xwerêveberiyên demokratîk, vîna xwe nîşan bidin."