Hevserokê Rêxistina DBP’ê yê Bajarê Êlihê hat binçavkirin

Li Êlihê polîsên meşa li dijî tecrîdê asteng kirin, Hevserokê Rêxistina DBP’ê yê Bajarê Êlihê Mehmet Can Demîr binçav kirin.

Li Êlihê polîsên meşa li dijî tecrîdê asteng kirin, Hevserokê Rêxistina DBP’ê yê Bajarê Êlihê Mehmet Can Demîr binçav kirin.

Bi hezaran kesên li ser Cadeya Diyarbakir a Êlihê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin cem hev, bi barîqata wesayîtên zirxî yên polîsan re hatin astengkirin. Polîsên destûr nedan ku girse bimeşe, bi bombeyên gazê û ava şid êrîş birin ser gel. Li ser vê jî parlamenterên HDP’yî li ser cadeya mezin çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.

Piştre li hember girseyê mudaxeleyek duyemîn pêk anîn. Li gor tespîtên destpêkê, hat diyarkirin ku Hevserokê Rêxistina DBP’ê yê Bajarê Êlihê Mehmet Can Demîr hat binçavkirin. Li bajar bûyer berdewam dikin.

...