Hêzên dewletê quba mizgeftê hilweşandin

Li Kerboranê, ku "qedexeya derketina derve" lê didome, tîmên tevgera taybet û leşkerên Tirk bi bombe û topan quba Mizgefta Misir Safa xera kirin.

Li Kerboranê, ku "qedexeya derketina derve" lê didome, tîmên tevgera taybet û leşkerên Tirk bi bombe û topan quba Misfta Misir Safa xera kirin.

Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, "qedexeya derketina derve" di roja 3. de ye. Êrîşên tîmên taybet û leşkerên Tirk ên danê sibehê giran bûn, rastî berxwedana gel hatin.

Leşker û tîmên taybet ên dewletê, ku ji wan nayê bikevin Taxa Safa ya berxwedan lê heye, ji dûr ve bi bombeavêj, top û çekên giran êrîşî taxê dikin. Ji ber vê bomberdûmana giran, quba Mizgefta Micir Safa hilweşiya, paceyên wê şikestin û dîwarên wê derizîn.

Li navçeya ku dengê çekan jê tê, tîmên taybet û leşkerên Tirk li pêşiya navçeyê bend danîne.