Dayikên Aştiyê yên Wanê: Li dijî şer em ê Sûr'an ava bikin
Aktîvîstên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, ji bo navçeya Amed Sûrê, ku bi êrîşên giran ên çekdarên dewletê re rû bi rû ye, ketin nava tevgerê.
Aktîvîstên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, ji bo navçeya Amed Sûrê, ku bi êrîşên giran ên çekdarên dewletê re rû bi rû ye, ketin nava tevgerê.
Aktîvîstên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, ji bo berê xwe bidin Sûrê, li ber avahiya DBP'ê ya Bajarê Wanê civiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di dema dayîna daxuyaniyê de Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedî Ozgokçe Ertan, Seroka MEYA-DER a Wanê Nerîman Ûral û pêkhateyên KJA'yê jî amade bûn.
Berdevka Meclîsa Aştiyê ya Wanê Zekiye Aslan daxuyanî da û got, "Weke Dayikên Aştiyê, li dijî şer em ê Sûr'an ava bikin. Em dayikên aştiyê, şer naxwazin. Lê mixabin dewlet şer dixwaze yan jî naxwaze fêm bike. Heta ku Serok Ocalan azad nebe, ev gel azad nabe. Em careke din ji vê dewleta gemarî re dibêjin. Êdî bes e, vî şerî biqedînin. Lê mixabin ji ber hezkirina Erdogan a ji kursiyê, naxwaze vê bibîne. Em ê niha biçin navçeya Sûrê û heta Birêz Ocalan azad nebe, em ê venegerin. Em hêvîdarin ku wê ev çûyîna me bibe wesîleya aştiyê."
Dayikên Aştiyê piştî daxuyaniyê dirûşma "Em şer naxwazin" qîriyan û ketin ser rêya navçeya Amed Sûrê.