2 çete hatin kuştin
Di çalakiyên YPG/YPJ û şerê li Rojavayê Kurdistanê qewimîn de 2 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Di çalakiyên YPG/YPJ û şerê li Rojavayê Kurdistanê qewimîn de 2 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku roja 10'ê Kanûnê saet di 15:00 de, şervanên YPG/YPJ'ê li hemberî komeke çete ya amadekarî dikir êrîşî gundê Qereqozax ê li başûrrojavayê Kobanê bike, operasyonek lidar xistin. Di operasyona YPG/YPJ'ê ya li dijî nuqteyên çeteyan ên li rojavayê Çemê Firatê de çeteyek hat kuştin.
Di dewama daxuyaniya YPG'ê de hat gotin, "Roja 10'ê Kanûnê, çeteyên El Nûsra hewl dan êrîşî bejahiya gundê Pîno yê li bakurê Helebê bikin. Bi destwerdana hêzên me re ji bo demeke kurt şer derketiye. Di şer de bi qasî hatiye tespîtkirin çeteyek hatiye kuştin."