Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin

Serlêdana ji bo hevdîtinê ya Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan, Mehmet Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê, careke din hat redkirin.

Serlêdana ji bo hevdîtinê ya xizmên Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan ê ku ji 27’ê Tirmehê 2011’an bi parêzerên xwe, ji 6’ê Cotmehê 2014’an bi malbata xwe û ji 5’ê Nîsanê 2015’an bi heyeta Îmraliyê hevdîtin tên astengkirin û 5 girtiyên din ên li Îmraliyê careke din hat redkirin.

Birayê Ocalan Mehmet Ocalan û xizmên Nasrûllah Kûran, Hamîlî Yildirim, Çetîn Arkaş, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş yên li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin, çûn Fermandariya Jenderme ya Gemlikê, ji bo bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji bo serlêdana ku malbatan bi rêya Buroya Hiqûqê ya Asrin kiribûn, bi hinceta “keştî xerabeye” ve bersiva ku hevdîtin wê nikaribe pêk bê hat dayin.