Li Til Temirê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 28
Rêveberiya Giştî ya Hêzên Asayîşa Rojava da xuyakirin ku di êrîşa hovane ya bi 3 wesayîtan li Til Temirê pêk hat de hejmara şehîdan gihişt 28’an.
Rêveberiya Giştî ya Hêzên Asayîşa Rojava da xuyakirin ku di êrîşa hovane ya bi 3 wesayîtan li Til Temirê pêk hat de hejmara şehîdan gihişt 28’an.
Rêveberiya Giştî ya Hêzên Asayîşa Rojava da xuyakirin ku di êrîşa hovane ya bi 3 wesayîtan li Til Temirê pêk hat de hejmara şehîdan gihişt 28’an. Rêveberiya Asayîşê diyar kir ku xebatên lêgerîn lêkolînê didome û hejmara miriyan jî îxtîmal heye zêde bibe.
Berpirsê Giştî yê Hêzên Asayîşa Rojava Ciwan Îbrahîm ragihand ku di xebatên lêgerîn lêkolînê yên li Til Temirê gihiştine cenazeyekî din, ji kesên bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê jî 2 kesan jiyana xwe ji dest dane
Serokê Konseya Karên Hundir ê Kantona Cizîrê Kenan Berekat û rêveberiya Kantona Cizîrê îro çûn Til Temirê ku duh êvarî saet 17.20’an bi 3 wesayîtên bombebarkirî êrîş pêk hat, piştî lêkolîn kirin, Berekat dabû xuyakirin ku di êrîşan de 25 kesan jiyana xwe ji dest dane, 122 kes jî birîndar bûn.