KCK'ê têkîldarî Til Temirê daxuyanî da: DAIŞ bi piştgiriya dewleta Tirk komkujiyan pêk tîne
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkîldarî komkujiya li Til Temirê pêk hat û 25 kesî jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek nivîskî weşand.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkîldarî komkujiya li Til Temirê pêk hat û 25 kesî jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek nivîskî weşand.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji malbatên kesên di komkujiya Til Temirê de jiyana xwe ji dest dane û ji gelê Rojava re sersaxî xwest.
KCK’ê bi bîr xist ku DAIŞ’ê ya ku dewleta Tirk û muttefîkên li herêmê piştgiriya wê dikin li Til Temirê qetlîamek nû pêk aniye, wiha got: “Heta hêzên piştgiriya DAIŞ û qetlîamên DAIŞ’ê dikin neyên dadgehkirin wê wijdana mirovatiyê negihêje hizûrê.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkîldarî komkujiya li Til Temirê pêk hat û 25 kesî jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek nivîskî weşand.
JI GELÊ ROJAVA RE SERSAXÎ
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku DAIŞ bê ku ti cudatiyê bike li hemberî tevahî mirovahiyê komkujiyan pêk tîne, bûye rêxistina sûc a herî mezin a dîrokê û wiha berdewam kir: “Hêzên di pişt DAIŞ’ê de jî li hember mirovahiyê sûcdar in.”
NE TENÊ DAIŞ, TEVAHÎ HÊZÊN DI PIŞT WÊ DE JÎ WÊ TEQEZ BÊN DADGEHKIRIN
KCK’ê got, “Ne tenê DAIŞ, tevahî hêzên di pişt wê de jî wê teqez bên dadgehkirin” û wiha berdewam kir: “Heta hêzên piştgiriya DAIŞ û qetlîamên DAIŞ’ê dikin neyên dadgehkirin wê wijdana mirovatiyê negihêje hizûrê. Niha li Rojhilata Navîn berxwedanek li derdora Şoreşa Rojava û tfaqa hêzên dijminên mirovahiyê ya li derdora DAIŞ’ê ava bûye heye. Şoreşa Rojava ji bo Sûriye û Rojhilata Navîn tê wateya demokratîkbûnê, DAIŞ û piştgiriyên wê jî ji bo Sûriye, Iraq û Rojhilata Navîn tê wateya despotîzmê.
DAIŞ wek aktorekî ku kesên dixwazin ji krîza siyasî ya li herêmê xwe bikin hêz û derkevin piştgiriya wê dikin li Rojhilata Navîn afirandine. Teqez e ku wek lîstikvanê plana lîstika hêzên derve li qada Rojhilata Navîn hatiye peydakirin. Lê, DAIŞ di nav atmosfera Rojhilata Navîn a ku krîza siyasî û pirsgirêkên civakî lê giran bûye êdî bûye cenawirekî ku wan jî bixwe. Her çiqasî alikarê wê yên din jî hebin, ji ber dijmanintiya xwe ya bi Kurdan re, hêza herî zêde piştgiriya DAIŞ’ê dike Tirkiye ye. Kesên dijmanantiya dewlete Tirk a bi Kurdan re zanibin, wê baş fêm bikin ku bê çima piştgiriya DAIŞ’ê dikin.”
YÊ HERÎ ZÊDE PIŞTGIRIYA DAIŞ’Ê DIKE TIRKIYE YE
KCK’ê di daxuyaniya xwe de careke din hevkariya DAIŞ’ê û dewleta Tirk bi bîr xist û wiha dom kir:
“Welatê ku herî zêde piştgiriya DAIŞ’ê dike Tirkiye ye, her wiha yê herî zêde li hember DAIŞ’ê têdikoşe jî Şoreşa Rojava ye. Di esasê xwe de niha şerê herî mezin li hember Şoreşa Rojava dewleta Tirk dimeşîne.Yê DAIŞ’ê li hember Şoreşa Rojava da êrîşkirin, dewleta Tirk e. Îro yê DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê li ser lingan dihêle polîtîkayên dewleta Tirk e. Dema hikûmeta AKP’ê dît wê li Rojhilata Navîn bi temamî têk biçe, hêviya xwe bi eksenê Şîî-Sunî girêda û hewl dide bi awayekî aktîf rolê bigire. Rêya sûd wergirtina ji pevçûna Şîî-Sunî ya ku êşên giran dane gelên Rojhilata Navîn hilbijartiye.Vê tenê ji bo karibe desthilatiya AKP’ê li ser piyan bigire pêk tîne. Ji ber vê jî rêveberê esasî yê xwedî polîtîkaya ku DAIŞ’ê hê jî li ser piyan dihêle ye.
AKP’E, ŞOREŞA ROJAVA Û PKK’Ê WEK ASTENGÎ DIBÎNE
Hikûmeta AKP’ê li hember polîtîkayên xwe yên Rojhilata Navîn, Şoreşgerên Rojava û PKK’ê wek astengiyên herî mezin dibîne. Ji ber vê jî DAIŞ’ê hem êrîşî Şoreşa Rojava dike hem jî êrîşî hêzên demokrasiyê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dike. Qetlîama Enqereyê û Til Temîrê encama heman polîtîkayana ye.DAIŞ êrîşî tfaqa li derdora Şoreşa Rojava çêbûye dike.
DAIŞ ti çalakiyên hikûmeta AKP’ê an jî polîtîkayên wê dike hedef pêk nayne. Bê ka DAIŞ kê dike hedef, kê nake hedef bi awayekî aşkera derketiye holê. Jixwe yên dike hedef û yên nake hedef, du eniyan pêk tîne.”
DEWLETA TIRK JI BO ŞOREŞA ROJAVA BIFETISÎNE HEWL DIDE
KCK bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li hember Şoreşa Rojava, ev îfade bikar anîn:
“Dewleta Tirk niha ji bo Şoreşa Rojava bifetisîne gelek hewldanan raber dike. Tevahî têkîlî û tfaqên xwe ji bo fetisandina Şoreşa Rojava hewl dide bikar bîne. Ji ber vê jî DAIŞ’ê êrîşî Til Timerê kiriye. Ji ber ku êdî Şoreşgerên Rojava û hêzên Sûriyeya Demokratîk bûne yekanê hêz ên ku karibin DAIŞ’ê tine bikin. Sûriyeya nû û demokratîk wê xwe bispêre Şoreşa Rojava û tfaqên wê û wê pêk were. Li Sûriyeyê YPG û YPJ’e jî tê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk hatiye avakirin. Her wiha Meclîsa Federasyona Sûriyeya Demokratîk a ku wê bibe bingehê siyaseta Sûriyeya nû jî hatiye damezirandin. Dewleta Tirk ji bo van pêşketinan asteng bike bi tevahî hêza xwe dixebite û her cure êrîşê pêk tîne.”
BANG LI HÊZÊN NAVNETEWEYÎ
KCK’ê destnîşan kir ku DAIŞ bi piştgiriya Rojava û Tirkiyeyê komkujiyan pêk tîne, di vê mijarê de ev bang li hêzên navneteweyî kir:
“Tevahî hêzên navneteweyî, hêzên demokratîk ên herêmê, yên li dijî DAIŞ’ê koalîsyon ava kirin, pêwîst e rola kirêt a dewleta Tirk a li Rojhilata Navîn bibînin. Pêwîst e bibînin ku dewleta Tirk hêza esasî ya di pişt DAIŞ’ê ya ku li hember gelan û tevahî mirovahiyê qetlîaman pêk tîne, bûne çeteyên faşîst e. Dewleta Tirk bi êrîşkirina DAIŞ’ê li hember tevahî cîhanê şantajê dike. Bi vê şantajê bazara DAIŞ’ê dike. Hem DAIŞ’ê xwedî dike, hem jî bi tirsa ku bi DAIŞ’ê ava dike, hewl dide bazara DAIŞ’ê bike. Di dîroka cîhanê de têkîlî û polîtîkayek ewqasî qirêj nehatiye dîtin.
Şantaja herî qirêj û kirêt a dîroka mirovahiyê, îro ji aliyê hikûmeta AKP’ê li dijî tevahî cîhanê pêk tê. Rê li komkujiyên DAIŞ’ê girtin ji helwestgirtina li hember dewleta Tirk derbas dibe. An wê serî li hember vê şantaja dewleta Tirk bê tewandin, an jî wê li hember dewleta Tirk helwest bên nîşandan, piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk bê kirin û DAIŞ û piştgiriyên têk werin birin. Di esas de ev êrîşana ji bo DAIŞ û Tirkiye karibe ji rewşa xwe ya zeîf derkeve pêk tîne. Eger li hember DAIŞ’ê têkoşînek bi biryar bê raberkirin, li hember polîtîkayên AKP’ê helwest bên girtin wê demê hem DAIŞ hem jî polîtîkayên AKP’ê wê têk biçin.
FÊDA TIRSÊ JI ECEL RE TINEYE, WÊ DAIŞ Û AKP TÊK BIÇIN
Tirkiye ji milekî piştgiriya DAIŞ’ê dike, ji milê din jî berê xwe dide polîtîkayên bazara DAIŞ’ê bike, ev hem pêvajoya herî zeîf a dewleta Tirk hem jî ya DAIŞ’ê nîşan dide. Dewleta Tirk û DAIŞ dixwazin bi êrîşan xwe rizgar bikin. Lê, ti fêda tirsê ji ecel re tineye. Hem DAIŞ hem jî AKP’e wê bi têkoşîna hêzên demokrasiyê yên herêmê têk biçin û wê hesabên komkujiyên pêk anîne werin pirsîn.”