BI DÎMEN

Xwendekarên Zanîngeha Kerkûkê: Li dijî dagirkeriya leşkerên Tirk em bibin yek deng

Xwendekarên Zanîngeha Kerkûkê nerazîbûn nîşanî hikûmeta Başûrê Kurdistanê dan û gotin, "Pêwîstiya me bi leşkerên Tirk nîne. Girîng e Kurd hemû li dijî dagirkeriyê bibin yek deng.

Xwendekarên Zanîngeha Kerkûkê nerazîbûn nîşanî hikûmeta Başûrê Kurdistanê dan û gotin, "Pêwîstiya me bi leşkerên Tirk nîne. Girîng e Kurd hemû li dijî dagirkeriyê bibin yek deng.

Di çarçoveya çalakiya 'li xwe kirina kincên pêşmergeyan ji bo rojekê' ku her sal bi awayekî kevneşop li Başûrê Kurdistanê tê lidarxistin, xwendekar li Zanîngeha Kerkûkê civiyan. Beşek ji xwendekaran kincê gerîla li xwe kirin.

Xwendekaran, hebûna leşkerên Tirk li Mûsilê, ji aliyê re nirxandin.

'DIVÊ RÊXISTINÊN KURD BIBIN YEK'

Xwendekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Kerkûkê Hebîb Emîn da xuyakirin, ku ne tenê dewleta Tirk, ew leşkerên ti dewleteke din a dagirker li Başûrê Kurdistanê qebûl nakin û got, "Weke welatparêzekî Kurd, anîna leşkerên Tirk ji Mûsilê re şermezar dikim. Li dijî vê û tevgerên bi vî rengî yên dagirkeriyê, divê hemû hêzên Kurd bibin xwedî yek helwest." Emîn diyar kir ku dewletên serdest dixwazin Kurdistanê bikin navenda şerê xwe û got, "Eger em îro li dijî Artêşa Tirk dernekevin, wê sibê leşkerên dewleteke din bên. Divê Kurd li hev kom bibin û bi hev re destketiyên xwe biparêzin."

'DIVÊ HIKÛMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JI ŞAŞÎTIYA XWE VEGERE'

Xwendekarê bi navê Ehmed Kerîm diyar kir ku îdîaya dewleta Tirk a dibêje, 'Ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ'ê em hatine Başûrê Kurdistanê' îdîayeke 'pêkenok' e û got, "Daxuyaniyên hikûmeta başûr ên li ser anîna leşkerên Tirk ji başûrê Kurdistanê re, cihê tirs û fikaran e. Divê şaşîtiya xwe tavilê sererast bike û leşkerên Tirk ji Kurdistanê derxîne. Dewleta Tirk ti carî li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer nekir. Her tim destek da çeteyan."

'PÊWÎSTE KURD HEMÛ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BIBIN YEK DENG'

Rabûn Ehmed jî got, "Dewleta Tirk di tevahiğya dîrokê de dijminatî li Kurdan kiriye. Ez ne bawerim ku dewleta Tirk bibe dostê Kurdan. Hatina Mûsilê, gefek li yekbûyîna çar parçeyên Kurdistanê ye. Divê Kurd hemû li dijî vê dagirkeriyê bibin yek deng. Li pêş çavan e bê kîjan partiyê berê li dijî gelê xwe, leşkerên Tirk aniye nava xaka Kurdistanê. Her kes dizane kî kî ye."

'HEWCEHIYA ME BI LEŞKERÊN TIRK NÎNE'

Xwendekarê bi navê Aram Qasim da zanîn ku eger hêzeke leşkerî wê bê vexwendin, ev yek divê bi biryara parlamentê be û got, "Ne li Mûsilê ne jî li devereke din a Kurdistanê pêwîstiya me bi leşkerên Tirk nîne. Dema hemû hêzên Kurd bûn yek, yekîtiya neteweyî pêk hat, hingî pêwîstiya me bi ti hêzên biyanî nîne. Mînaka vê ya herî şênber me li Kerkûk, Mexmûr û Şengalê dît."

'EM Ê NEHÊLIN DESTKETIYÊN ME BÊN PÊŞKÊŞKIRIN'

Herdî Hecî jî ragihand ku dewletên Tirk û Îranê ti carî li berjewendiyên Kurdan nafikirin û got, "Desteketiyên me yên bi xwîn û keda bi hezaran şehîdên gelê me hatine bidestxistin, tên pêşkêşkirin. Em ê destûrê nedin vê yekê." Hecî da xuyakirin ku ew ê dagirkirina xaka Kurdistanê qebûl neke.

...