Li Nisêbînê lêkolîn hat kirin: Nexweşxane bûne biryargeha tîmên taybet!

Pêkhateyên KESK'ê li Nisêbînê lêkolîn kirin. Hevseroka Giştî ya SES'ê Erden piştî lêkolînê daxuyaniyek da û diyar kir ku tîmên taybet nexweşxane ji xwe re kirine biryargeh.

Pêkhateyên KESK'ê li Nisêbînê lêkolîn kirin. Hevseroka Giştî ya SES'ê Erden piştî lêkolînê daxuyaniyek da û diyar kir ku tîmên taybet nexweşxane ji xwe re kirine biryargeh.

Platforma Şaxên KESK'ê ya Mêrdînê, li taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcle yên Nisêbînê ku 5 caran derketina derve hat "qedexe"kirin, lêkolîn kir. Sendîkavanan, ku di nav de Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden û Sekreterê Giştî yê KESK'ê Hasan Toprak jî heye, piştî lêkolînan li ber Mala Serxweşiyê ya li Taxa Firatê daxuyaniyek dan.

Toprak di axaftina xwe ya li vir de got, "Ewqas zilm û îşkence nikare bê qebûlkirin. Pêwîste polîtîkayên pêkanînên qedexeya derketina derve tavilê werin terikandin. Vegera li pêvajoya aştiyê ji bo Rojhilata Navîn gelekî girîng e."

'AKP DIXWAZE GEL BITIRSÎNE; GEL BI BIRYARDARÎ TÊDIKOŞE'

Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden jî diyar kir ku desthilatdariya siyasî ya heyî, bi zext, şîdet, gef û mirinê re dixwaze mirovekî li gorî dilê xwe biafirîne. Erden destnîşan kir ku gel jî bi biryardarî li hemberî êrîşan têdikoşe û got, "Mîna ku li dîwaran dinivîsînin 'eger tu Tirk be pê serbilind be, eger tu ne Tirk be serî bitewîne', AKP her dide polîtîkayên şer bixe meriyetê. Ji destpêkê ve weke kedkarên tenduristiyê em bûn hedef. Nexweşxane veguherîn biryargehên tîmên taybet. Li hewşa servîsên lezgîn, maşînên zirxî bi cih bûn û li vê derê yekser pêşî li xizmeta tenduristiyê hat girtin. Li her qada jiyanê bi van polîtîkayan re dixwaze çavê gel bitirsîne. Gel têkoşîna xwe bi biryardarî didomîne. Ji bo aştî bê vî welatî, em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin."