Li Fînlandiyayê terora dewleta Tirk hat protestokirin

Terora dewleta Tirk a li Kurdistanê dimeşîne, li paytexta Fînlandiya Helsînkî, li ber Konsolosxaneya Tirk hat protestokirin.

Terora dewleta Tirk a li Kurdistanê dimeşîne, li paytexta Fînlandiya Helsînkî, li ber Konsolosxaneya Tirk hat protestokirin.

Di çalakiyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û "qedexeyên derketina derve" yên li Nisêbîn, Dêrik û Sûrê hatin şermezarkirin. Kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û qetilkirina bi dehan mirovên di demên dawî de, bi qîrîna dirûşmeyan û pankartên hatin hilgirtin re hat şermezarkirin.

Di axaftinên li çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Fînlandiyayê ve hat organîzekirin de, tevî polîtîkayên şer ên dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne, şandina leşkeran ji Mûsilê re û planên dagirkirina Kurdistanê bi tundî hatin şermezarkirin.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e", "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

...