KCD'ê êrîşên bombeyî yên li Til Temirê şermezar kir
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî, êrîşên bombeyî yên li Til Temirê şermezar kir.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî, êrîşên bombeyî yên li Til Temirê şermezar kir.
KCD'ê ragihand, ku êrîşên bombeyî yên li Til Temirê li dijî Şoreşa Rojava û li hemberî armanca demokratîkbûyîna Sûriyeyê hatine kirin. KCD'ê got, "Em bang dikin ku destek ji têkoşîna Sûriyeya Demokratîk-Azad re bê dayîn."
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî, êrîşên bombeyî yên li Til Temirê şermezar kir.
'ÊRÎŞ LI DIJÎ DEMOKRATÎKBÛYÎNA SÛRIYEYÊ HAT KIRIN'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi hevkarî û teşwîqa hin welatên herêmê re çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şoreşa Rojava û gelên herêmê dikin û hat gotin, "Herî dawî di êrîşa li Til Temirê de 28 mirovên me jiyana xwe ji dest dan, bi dehan birîndar bûn. Em vê êrîşê û komkujiya hatiye kirin bi tundî lenet û şermezar dikin. Ev êrîş yekser li dijî Şoreşa Rojava, yekîtiya gelên li Rojava û projeya Sûriyeya azad û demokratîk hatiye kirin. Bi pêşengiya hêzên herêmî û emperyal ên yekser ji rewşa heyî ya Sûriyeyê berpirsyar in, li Riyadê komên tund-îslamî civand. Gelên Sûriyeyê û hêzên eslî û bingehîn ên li dijî çeteyan, li dijî dîktatoriyê şer dikin li derveyî vê civînê hiştin û bi vî rengî hat xwestin ku pêvajoya demokratîkbûyîna Sûriyeyê bi destwerdana derve re bê tesfiyekirin. Di pêvajoyeke bi vî rengî de, hemû hêzên Sûriyeya demokratîk li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê civînek pêk anîn û ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk û pêşeroja Sûriyeyê biryarên girîng wergirtin. Vê vîna xurt, dewletên herêmê û nokerên wan ên di nava Sûriyeyê de tirsandiye."
BANGA LI CIVAKA ROJHILATA NAVÎN Û NAVNETEWEYÎ
KCD'ê diyar kir ku komkujî li dijî projeya Sûriyeya demokratîk û azad, bi taybetî li hemberî Şoreşa Rojava hatiye kirin û got, "bi êrîş û komkujiyên bi vî rengî re, avakirina Sûriyeya serbixwe, azad û demokratîk nayê astengkirin, vîna azad a gelan nayê şikandin û destketî ji holê nayên rakirin. Bi vê bîr û baweriyê, em careke din komkujiyê lenet dikin û sersaxiyê ji tevahiya gelên xwe re dixwazin. Em bang li tevahiya gelên Rojhilata Navîn û civaka navneteweyî dikin ku bi hesasiyet nêzî rewşê bibin û destekê bidin têkoşîna Sûriyeya Demokratîk-Azad."