Li Êlihê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin. Polîsan, girse asteng kirin û êrîş kirin.
Li Êlihê di pêşengiya Rêxistinên DBP’e û HDP’ê yê Bajar de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji 5 Nîsanê ve didome û terora dewletê ya li bajarên Kurdistanê hat protestokirin.
Girseya li pêşiya Sînemaya Yilmaz Guney kom bû, hewl da ji Cadeya Diyarbakir bimeşe. Lê, polîsan bi barîqatên ji wesayîtên zirxî girse asteng kir.
Polîsan ji wesayîtên TOMA ava şid avêt ser girseya ku wekîlên HDP’yî jî tê de.
Piştî êrîşa polîsan alozî derket.