Gemariya hewayê ya li Wanê rê li ber fikaran vedike

Li Wanê, mijara ku di rojên dawî de herî zêde li ser tê axaftin, gemariya hewayê ye. Komira nebaş a ku AKP'ê di salên dawî de bi destê Fona Alîkariya Civakî li gelê xizan belav kir, rê li ber gemarîbûna hewayê vedike.

Li Wane bi hatina demsala zivistanê re gemariya hewayê xwe careke din nîşan da. Serokê Çev-Der a Wanê Alî Kalçik got, "Komira alîkariyê ya ku Weqfa Piştgirî û Alîkariya Civakî belav dike, gelê me û xwezaya me qetil dike."

Li Wanê xweza tê qetilkirin. Tevî hemû hişyariyên hatine kirin jî, gemarîkirina Gola Wanê û hewayê, dewam dike. Li Wanê, ku wextekê bi şînkayiya xwe dihat naskirin, bi taybetî piştî erdheja sala 2011'an li qadên şînkahiyê navendên bazarê û sîteyên ji beton hatin çêkirin.

Li Wanê, mijara ku di rojên dawî de herî zêde li ser tê axaftin, gemariya hewayê ye. Komira nebaş a ku AKP'ê di salên dawî de bi destê Fona Alîkariya Civakî li gelê xizan belav kir, rê li ber gemarîbûna hewayê vedike.

'LI ŞÛNA 60 KÎSAN, 55 KÎS TÊN DAYÎN'

Komira bi koordînatoriya qeymeqamiyan re ji aliyê Weqfa Piştgirî û Alîkariya Civakî tê belavkirin, bi awayekî newekhev tê belavkirin. Li hin herêma 60 kîs komir ku 1,5 ton e, li hin herêman jî 55 kîs tên belavkirin. Gundî diyar kir ku li ser vê neheqiyê ti daxuyanî ji wan re nehatiye dayîn.

Li Wanê, 10 heta 15 hezar tor ji navçeya Tûşba, 30 hezar ton komir jî ji 50 taxên ser bi navçeya Îpekyolû re di berdêla îmzeyan de radestî welatiyan hatin kirin.

Serokê Çev-Der a Wanê Alî Kalçik li ser mijarê ji me re axivî û da zanîn ku pirsgirêka li Wanê mayînde bûye, ji ber komira bê kalîte ya tê belavkirin rû daye. Kalçik got, "Belavkirina komira hewayê gemarî dike, ne ji bo alîkariyê ye, ji bo armancên siyasî ye. Desthilatdariyê, beriya hilbijartinên meha Gulanê di bin navê alîkariyê de dest bi belavkirina vê komirê kir."

Kalçik anî ziman ku belavkirina vê komira bê kalîte mirovan bi jehrê dixe û bibîr xist ku li Wanê pîşesazî nîne, lê belê ev qirêjiya hewayê ya li qadeke ji 1727 metre bilind, bi çavan tê dîtin. Kalçik got, "Wan bûye yek ji bajarên herî gemarî yê Tirkiyeyê. Sedema vê yekê jî komira bê kalîte ya tê belavkirin e. Rayedar jî hînê dibêjin, ku komir normal e. Di encama analîzan de piştrast bû ku bê kalîte ye. Ev rewş ji rayedaran re hat ragihandin, lê deng ji wan dernakeve. Di mehên havînê de belavokirina komirê di bin navê alîkariyê de, du sedemên xwe hene. Beriya her tiştî feydê dide kanên komirê, firoşkarên komirê û barkêşên komirê yên alîgirê xwe û sedema duyemîn jî wergirtina dengan e. Hişyariyên tên kirin, nayên bihîstin û dîtin. Di mehên havînê de belavkirina komirê tiştekî exlaqî nîne."

Kalçik da zanîn ku piştî erdheja Wanê 20 hezar avahiyên TOKÎ hatin çêkirin û got, "Bêyî ku gaza xwezayî li van herêman bê bicihkirin, yekser avahî hatin çêkirin. Ji dûkêşên van deran, jehr bilind dibe. Di demsala zivistanê de derfetê jiyanê namîne, mirov nikarin paceyên malên xwe vekin. Bi mirovan re nexweşiyên pişikê û Koah rû didin. Nexweşên astimê nikarin derkevin derve. Pêwîste şaredarî destûrê nede ku komira bê kalîte ya ji Kutahya Tavşanli û cihên din tên anîn, bikeve nava bajêr."

Kalçik diyar kir ku li ser komira bê kalîte ya tê belavkirina wan rayedar hişyar kirine, lê belê hewldanên wan bê encam mane. Kalçik anî ziman ku bêdengiya rayedaran a li pêşberî gemariya hewayê ya li pêş çavan, nayê fêmkirin û got, "Bi ti awayî deng ji rayedaran dernakeve. Em vê yekê bi zexteke siyasî ve girê didin."