Hejmara mirovên li Nisêbînê hatin qetilkirin gihaşt 17 kesan
Ciwanê bi navê Bîlal Erdogan ê ku di êrîşên 4 rojên dawî yên rewşa awarte de li Nisêbînê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

Li Nisêbînê, hejmara mirovên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin gihaşt 17 kesan.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, hejmara mirovên di rewşa awarte ya 4 rojên dawî de jiyana xwe ji dest dan, derket 6 kesan. Ciwanê bi navê Bîlal Erdogan ê di êrîşên çekdarên dewletê de birîndar bû, jiyana xw eji dest da. Cenazeyê ciwanê Kurd rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê û piştî otopsiyê wê radestî malbatê bê kirin. Tê payîn ku cenaze li warê wî Amedê bê veşartin.
BI GIŞTÎ 17 KES HATIN QETILKIRIN
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, di çarçoveya pêkanînên rewşa awarte de 5 caran derketina derve ji aliyê hêzên dewletê ve hat qedexekirin. Di encama êrîşên çekdarên dewletê yên dema van qedexeyan de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşên dawî de M. Emîn Înan, Fehîme Akti, Cûdî Teber, Mahsûm Akdogan, Hakan Dogan û Bîlal Erdogan jiyana xwe ji dest dan.