Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, ji bo destekkirina berxwedana li Nisêbînê nobed girtin. Dayikan ji bo aştiyeke bi rûmet işaret bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û bang li gelê Tirkiyeyê kirin. Dayikan gotin, "Em, wê dewleta ku gelê bêguneh qetil dike, lenet dikin."
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, rêxistinên civakî yên sivîl li Mala Serxweşiyê ya li Taxa Firatê dest bi çalakiya nobedê kirin. Li navçeya ku terora AKP'ê lê didome de, bi armanca destekkirina berxwedanê Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê çalakiya nobedê dewir girtin. Dayikên Aştiyê, danê sibehê ji malbatan re sersaxî xwestin û dûre li ber mala serxweşiyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Dayikan di dema daxuyaniyê de qurdeleyên reş bi çarikên xwe yên spî ve girê dan û dirûşmên "Bijî Berxwedana Nisêbînê", "Şehîd Namirin", "Bê serok jiyan nabe" qîriyan.
Dayika Aştiyê Zekiye Kaya li vir peyivî û got, "Êdî ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê zanîn ku ji bo xatirê desthilatdariya Erdogan û Davûtoglû, gelên li vî welatî tên qetilkirin. Wkee dayikan, em vê dewleta ku gelê bêguneh qetil dike, lenet dikin."
'DIVÊ TECRÎD TAVILÊ WERE RAKIRIN'
Kaya da xuyakirin ku ji bo aştiyeke bi rûmet, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şert e û got, "Erdogan pê hesiya ku hindik maye welêt di zinarekî re wer bide. Ji bo ev rewş sererast bibe, girîng e tecrîda li ser Rêberê me tavilê were rakirin. Eger bi vî rengî dewam bike, wê Kurdên ku ji bo xatirê aştiyê, pêkanînên dema bihurî efû bike, nemîne. Emîne Erdogan dayikek e, lê mîna dayikekê tevnagere. Em matmayî mane ku hin derdor hînê bi bêdengî li qetilkirina zarokan temaşe dikin."
BANGA LI GELÊN TIRKIYEYÊ
Dayika Aştiyê Perîhan Altûg jî bal kişand ser hovîtiya dewleta Tirk a di mehên dawî de li gelemperiya Bakurê Kurdistanê dimeşîne û got, "Ji bo dawî li van polîtîkayên komkujiyê yên hikûmeta çavsorî bê anîn, şert e ku tevahiya gelên Tirkiyeyê rabin ser piyan."