Şemûn: Bi Kongreya Sûriyeya Demokratîk re em ê xwe bigihînin encamê

Seroka Yekîtiya Jinên Suryanî Semînan Şemûn, li ser Kongreya Sûriyeya Demokratîk ji ANF'ê re axivî.

Seroka Yekîtiya Jinên Suryanî Semînan Şemûn, li ser Kongreya Sûriyeya Demokratîk ji ANF'ê re axivî. Şemûn diyar kir ku hemû derdor beşdarî kongreyê bûne û got, "Di kongreyê de biryara Meclîsa Demokratîk a Sûriyeyê hat wergirtin. Wê bibe Meclîseke ku zîhniyeta dîtatoriyê ya Sûriyeya berê biguherîne."

Şemûn da xuyakirin ku kongre wê ji niha û pê ve ji bo xwerêvebirina gelan û afirandina rê û rêbazên çareseriyê wê bixebite û got, "Kongre di nava xaka Sûriyeyê de pêk hat. Yên di vê kongreyê de amade ne, gelê rasteqîn ê vê derê ye. Lewma me encameke gelekî baş wergirt. Di kongreyê de me pirsgirêkên rasteqîn ên Sûriyeyê nirxandin. Bi taybetî yên ku ji demokrasiyê bawer dikin, cihê xwe di nava kongreyê de girtin. Kadroyên ku karibin qadeke siyasî û rêyên çareseriyê biafirînin, hatin avakirin. Ev pêvajo wê bibe pêvajoyeke îmtihanê. Li Sûriyeyê her nasname wê bi çand û nasnameya xwe bijî. Di navber du mirovan de jî wê wekhevî hebe. Wê ji sedî sed çareseriyê ji xwe re bike armanc û bi ser bikeve."

'JIN WÊ DI SIYASETA SÛRIYEYÊ DE BI BANDOR BIN'

Li ser tevlîbûna jinan a li kongreyê de Şemûn got, "Di kongreyên beriya niha yên Sûriyeyê de jinan roleke têrker nedilîstin. Ne bi bandor bûn. Ez qala pênc sal berê dikim. Lê belê di nava tevgera Kurd de jin pêşeng e. Mirov dikarin bêjin ku bandor li jinên li derve kiriye û encameke baş bi dest xistiye. Di kongreyê de jinan nîqaşên girîng kirin, tevlîbûn di asteke bilind de bû û bi rola pêşengiyê rabûn. Artêşeke jinan heye ku di asteke bilind de tevlî nîqaşan bû. Û me Hevserok hilbijart. Jin wê di siyaseta Sûriyeyê de di pozîsyoneke baş û bi bandor de be."

'DI CIVÎNA LI RIYADÊ DE JIN Û DEMOKRASÎ TINEBÛ, DESTÊ HÊZÊN DERVE HEBÛ'

Şemûn bal kişand ser civîna li Riyadê hat lidarxistin û got, "Di civînê de jinek bi tenê jî tinebû, rola jinê tinebû." Şemûn  destnîşan kir ku civîna li Riyadê pêk hat, kombûna çeteyan bû û di nav de destê hêzên derve hebû. Şemûn got, "Yên li wê derê civiyan, ew kesên ku xwîna Sûriyeyê dimêjin e. Gelê Sûriyeyê wê rê nedin van. Gel êdî baş dizane bê kî kî ye."

BIRYARA 'MECLÎSA DEMOKRATÎK A SÛRIYEYÊ'

Şemûn da zanîn ku ji kongreya wan a li Dêrikê encameke baş derketiye holê û got, "Biryara avakirina Meclîsa Demokratîk a Sûriyeyê hat dayîn. Ev yek nîşan dide ku çareserî nêz e. Em dibêjin ku ji siyaseta her kesî re vekirî ne. Kî alîgirê demokrasiyê be, deriyê me li wan vekiriye. Wê bibe Meclîseke ku zîhniyeta dîktator a Sûriyeya berê diguherîne. Ji niha ve li gelê me pîroz be."