Polîsan rojnamevana DÎHA’yê Îrlan birîndar kir

Polîsan nûçegîhana DÎHA'yê Beritan Îrlan a ku dema li Amedê nûçe dişopand hedef girt û bi bombeya gazê ji piyê wê birîndar kir.

Polîsan nûçegîhana DÎHA'yê Beritan Îrlan a ku dema li Amedê nûçe dişopand hedef girt û bi bombeya gazê ji piyê wê birîndar kir. 

Qedexeya kolanan a li navçeya Sûrê di roja 8'an de berdewam dike. Bertekên gel ên li hemberî qedexeya kolanan û dorpêça li Sûrê jî didome. Girseya ku bi boneya dorpêça Sûrê şermezar bike li Qada Gazîler a Peyasê kom bû, çalakî pêk anî.

Nûçegîhana ajansa DÎHA'yê Beritan Îrlan jî dema nûçe dişopand bi guleya polîsan ji piyê xwe birîndar bû. Polîsan, Beritan Îrlan hedef girt û bombeya gazê avêtin. Îrlan ku ji piyê xwe yê rastê birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê. Îrlan, bertek nîşanî helwesta polîsan da û diyar kir ku di çalakiyê de polîsan tenê bombeyek gazê avêtin. Ew jî avêtine wê.