‘Li pişt teqînê DAIŞ, Tirkiye û civîna Riyadê heye’

Hevserokatiya Kantona Cizîrê êrîşên li bajarê Til Temir şermezar kir û diyar kir ku ev êrîşên terorîstî encamên piştgirîdayina Tirkiyeyê ya ji bo çeteyên DAIŞ’ê û kongreya Riyadê ye.

Hevserokatiya Kantona Cizîrê êrîşên li bajarê Til Temir şermezar kir û diyar kir ku ev êrîşên terorîstî encamên piştgirîdayina Tirkiyeyê ya ji bo çeteyên DAIŞ’ê û kongreya Riyadê ya ku li ser xwîna gelê Sûriyeyê bazar tê kirin e.
Hevserokatiya Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê êrîşên bombeyî yên ku îşev bajarê Til Temir hedef girtin, şermezar kir.

Di daxuyaniya Hevserokatiya Kantona Cizîrê de wiha hat gotin: “Çeteyên DAIŞ’ê careke din bi hedefgirtina sivîlan, kuştin û wêranî pêk anî. Careke din kujeran nirxên exlaqî, çand û kesên ku aştiyê dixwazin hedef girtin. Ev yek di demeke cara yekemîn e li ser axa Rojava ya rizgarkirî û gavên yekemîn ên prensîbên jiyana hevbeş, xwişktî, biratiya gelan, dawîanîna li tundiyê û civîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk hat lidarxistin de, pêk hat.

Ev êrîşên terorîstî bi piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo çeteyên DAIŞ’ê û di encama Kongreya Riyadê ku tê de bazara li ser xwîna gelê Sûriyeyê tê kirin de, pêk hatin. Ev êrîş bi armanca têkbirina şoreşa ku hatiye afirandin û serkeftinên şervanên HSD’ê bi pêşengiya YPG/YPJ’ê li pey hev bidest dixin, pêk hatin.”

Di daxuyaniya Hevserokatiya Kantona Cizîrê de êrîş hatin şermezarkirin û wiha hat ragihandin: “Em wek Hevserokatiya Kantona Cizîrê van kiriyarên terorîstî ku bi xwe re kuştinên û birîndariyên zarok, jin, kal û pîr anî, bi tundî şermezar dikin. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û ji wan re dibêjin sozdayîna me bi we re ye ku hûn ê rêya azadî, demokrasiyê û rêya ku wê dîrokê binivîse, bineqişînin. Sebir ji we re û şîfaya lezgîn ji birîndaran re. Em soz didin we ku em ê rêya şehîdan bişopînin. Şehîd namirin. Bijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk.”