Polîsan li Sûrê 2 ciwan birîndar kir

Hêzên dewleta Tirk li navçeya Sûrê ya Amedê 2 ciwan birîndar kir. Ciwanên birîndarbûyî nikarin biçin nexweşxaneyê.

Hêzên dewleta Tirk li navçeya Sûrê ya Amedê 2 ciwan birîndar kir. Ciwanên birîndarbûyî nikarin biçin nexweşxaneyê.

Di encama êrîşên li hember Sûrê ku ev 9 roj in di bin dorpêça hêzên dewletê de ye 2 ciwanên din birîndar bûn. Ciwanên bi navê Salîh Bûdak û Veysel Altûnkara yên li pêşiya Firina Palû ya li Taxa Îskenderpaşa birîndar bûn, ji ber dorpêça dewletê nikarin biçin nexweşxaneyê.