Dîroknas Guven: Dîroka Kurdan bi bombekirinê naqede
Dîroknas-Nivîskar Eyup Guven got, "Gelê Mezopotamyayê gelekî qedîm e, bi tinekirina cihên dîrokî re ev gel nayê qedandin."
Dîroknas-Nivîskar Eyup Guven got, "Gelê Mezopotamyayê gelekî qedîm e, bi tinekirina cihên dîrokî re ev gel nayê qedandin."
Li Bakurê Kurdistanê, bi komkujiyên piştî îlana xwerêveberiyê re li dijî gel hatin kirin, şûnwarên dîrokî yên hezaran salî hedef hatin girtin.
Li Farqînê keleh û wargehên dîrokî, li Nisêbînê Dêra Suryanî Mor Yakûp ku weke yekemîn zanîngeha cîhanê tê zanîn, li Sûrê Dêra Sûrp Grakos, Minareya Çarling, Mizgefta Kûrşûnlû û gelek şûnawarên dîrokî hedef hatin girtin. Dîroknas-Nivîskar Eyup Guven nerazîbûn nîşanî êrîşa li hemberî van berhemên dîrokî da û diyar kir ku ev yek operasyona ji bo tinekirina bîra dîrokî ya Kurdan e.
Guven da xuyakirin ku li erdnîgariya Mezopotamya û Kurdistanê mizgeft, dêr, medrese û zanîngehên bi hezaran salî yên dîrokê ronî dikin hene û got, "Li Nisêbînê, ciheke dîrokî ku weke yekemîn zanîngeha cîhanê tê zanîn, ji aliyê tîmên tevgera taybet ve hedef hat girtin. Ev nêzîkatî, hewldana ji holê rakirina bawerî û çandên din e. Armanc ne sekinandina hêza li pêşberî xwe ye, armanc tinekirina çand û dîroka gelê Mezopotamyayê ye. Bi vê yekê re dixwazin bêjin, 'Ji bilî yek bawerî, yek al û yek îdeolojiya fermî em tiştekî din nas nakin'."
Guven diyar kir ku Kurd êdî Kurdên berê nîne û got, "Kurd wê êdî ji bo xelkê nobedê negire. Wê ji bo xwe nobedê bigire. Pêvajo ji me çi dixwaze, ji bilî bicihanîna wê pêwîstiyê êdî ti şenseke me nemaye. Çawa ku di herikîna dîrokê de bi sedan şaristanî ji holê rabûn; li cîhanê 6200 ziman hebûn, 2 hezar ji van xwedî alfabe bûn û herî kêm 3 hezar ziman bêyî şopek li dû bimîne ji holê rabûn, li Kurdistanê û Mezopotamyayê jî niha pêvajoyeke bi vî rengî ya ji holêrakirina şopên vê dîrokê heye. Bi êrîşa li hemberî dêr, zanîngeh, medrese û avahiyên berê re dixwazin hemû berhemên bawerî û zanistî yên dîrokê ronî dikin, ji holê rabikin."
'KURD GELEKÎ QEDÎM E, DI BINÊ ERDÊ DE DÎROKA WAN A VEŞARTÎ HEYE'
Guven got, "Kesek nikare îdîa bike ku yên van êrîşan dikin, baweriya xwe bi ol heye" û da zanîn ku ev êrîşên di bin navê ol de tên kirin, nikarin dîroka Mezopotamyayê tine bikin. Guven got, "Li gorî olan, bi ti awayî dest li kesê miriye nayê dayîn, ji ber ku ew çûye cihê em ê hemû biçin. Lê belê me hemûyan şahidî kirin bê bi çi rengî êrîşî gorên gerîla kirin. Lewma, ev hemû bi hev ve girêdayî ne. Armanca yekane; ji holê rakirina dîroka Mezopotamyayê û avakirina dîroka xwe ye. Lê em bi vê jî dizanin; dîrok bi vî rengî ji holê ranabe. Ev 5 hezar sal in dîrok li xaka Mezopotamyayê hatiye afirandin. Kîjan kevirê li vê xakê bê rakirin, di binî de dîrokek derdikeve holê. Niha li Mezopotamyayê hemû berhemên dîrokî yên li ser rûyê erdê bên xerakirin jî, li binê erdê dîrokeke me ya ji ya li ser rûyê erdê mezintir heye. Kurd gelekî qedîm e. Di herikîna dîrokê de tê dîtin ku Kurd timî xwedî li mirovên ji bawerî û çandên cuda derketine."
'MED YEKEMÎN SÎSTEMA KONFEDERAL A KU BAWERIYA HEMÛ GELAN DIPARÊZE YE'
Guven diyar kir ku tinekirina dîroka gelê Kurd neheqiyeke mezin e û da zanîn ku Kurd di tevahiya dîrokê de xwedî li çand û baweriyên din derketine, mînaka vê ya şênber jî Împaratoriya Med e. Guven got, "Dema Împaratoriya Med hat îlankirin, Kurdan hînê di wê demê de sîstema konfederal ava kirin û pêşî li jiyana bi hev re ya gelan vekir. Lewma em dibînin ku ji bilî Împaratoriya Med di wê demê de jî sîstemeke konfederal ava kirine. Armanc; jiyana di bin sîwanekî de ya Suryanî, Ermenî, Kakaî, Tirkmen, Elewî, Êzidî û hemû baweriyan bû. Kurdan di dîrokê de ev yek pêk anîne. Xuyaye wê li Rojhilata Navîn qirkirinên mezintir ên dîrokê bên kirin. Vaye DAIŞ li Palmîra li pêş çavên tevahiya cîhanê qirkirina dîrokê dike."
Guven da xuyakirin ku êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî berhemên dîrokî û êrîşên li Bakurê Kurdistanê paralelî hev tên kirin û ji bo UNESCO dest li rewşê werbide bang li rewşenbîran kir ku bikevin nava tevgerê.