Çalakiya rûniştinê ya wekîlan didome
Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Feleknas Ûca û Sîbel Yîgîtalp ên ku çalakiya rûniştinê ya li pêşiya avahiya Walîtiyê dane destpêkirin hê jî didomînin.

Îro danê sibehê têkildarî qedexeya kolanan a li navçeya Sûrê Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca û Sîbel Yîgîtalp daxwaznameyek da Dadgeha Îdarî ya Amedê û gilî kirin, piştî radestkirinê, teleba wan a ku ji bo hevdîtinê bi Waliyê Amedê re nehat qebûlkirin û cardin çalakiya runiştinê ya ku dan destpêkirin didomînin.
Ji wekîlên ku çalakiya rûniştinê pêk tînin, Sîbel Yîgîtalp diyar kir ku têkildarî qedexeya kolanan a ku 9 roj in li Sûrê didome, gilî kirine û li benda encama daxwaznameyê mane û wiha got: “ Li ser esasê daxwaznameyên me dane, em li bende ku dadgeh bi encam bike. Li gor agahiyên me girtine, dadgeh nava çend saetan de wê bi encam bibe. Eger encamek baş dernekeve wê têkoşîna me berdewam bike. Gelek rê û rêbazên têkoşînê hene.”