Li hember nûqteyên çeteyan ên li rojavayê Çemê Firatê operasyon

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku 9’ê Kanûnê li hember çeteyên êrîşî gundê Qereqozax ê li başûrrojavayê Kobanê kirine operasyon li dar xistine.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku 9’ê Kanûnê li hember çeteyên êrîşî gundê Qereqozax ê li başûrrojavayê Kobanê kirine operasyon li dar xistine. Navenda Çapemeniya YPG’ê da xuyakirin ku di encama operasyonê de çeteyek hat kuştin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: “9’ê Kanûnê saet 16.00’an hêzên me li hember çeteyên êrîşî gundê Qereqozax ê li başûrrojavayê Kobanê kirin operasyonek li dar xistin. Di operasyona li dijî nûqteya çeteyan a li rojavayê Çemê Firatê de bi zelalî çeteyek hat kuştin.”

9’ê Kanûnê saetên êvarî hêzên me li dijî çeteyên li gundê Pîno yê li bakurê Helebê xwe bi cih kirine operasyonek li dar xistin. Di operasyonê de bi zelalî çeteyek hat kuştin.”