Polîsên Tirk li Şemzînanê êrîşî gel kirin

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê polîsan êrîş birin ser gelê ku terora dewletê ya li Kurdistanê protesto dikir.

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê dorpêça li ser gelek bajarên Kurdistanê, qedexeya kolanan a li Sûrê hê jî didome û êrîşên li dijî gel pêk tên hatin protestokirin. Kurdistaniyên ji bo êrîş û dorpêçan protesto bikin kom bûn, li ser Cadeya Cûmhûriyetê bi dirûşman ketin meşê, rastî êrîşa polîsan hatin.

Li dijî gelê ku pêşî bi wesayîtên zirxî hate birîn, êrîşên bi ava şid û bombeyên gazê pêk hatin.

Ciwanan jî bi kevir û parçeyên cemedê bersiv dan polîsan.

Êrîşên hêzên dewletê û berxwedana gel didome.