Tecrîda li ser Ocalan li Botanê hat protestokirin

Tecrîda li ser Ocalan li Şirnex û navçeyên wê bi meş û daxuyaniyan hat protestokirin. Hezaran kesî yên ku tevlî çalakiyên jin pêşengtiya wan dikin bûn, daxwaza azadiya Ocalan qîr kirin.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şirnex û navçeyên wê bi meş û daxuyaniyan hat protestokirin. Hezaran kesî yên ku tevlî çalakiyên jin pêşengtiya wan dikin bûn, daxwaza azadiya Ocalan qîr kirin, hişyariya demildest bidawîkirina tecrîdê li AKP’ê û dewleta Tirk kirin.

Li Sêrt, Dîlok, Şirnex bi hezaran ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û xwestin tecrîda li ser Ocalan rabe. 

SÊRT

Li Sêrtê bi hezaran welatî di pêşengiya KJA'yê de li ber avahiya HDP'ê hatin cem hev û ber bi Parqa Orhan Dogan ve meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dowîzên, "Azadiya Rêberê me azadiya me ye", "Birêz Ocalan temînata aştiyê ye" û "Ji Ocalan re azadî" hatin hilgirtin. Meşa girseyê li ber Şubeya Leşkerî ya Taxa Orhan Dogan hat astengkirin. 


Li ser astengkirina polîsan Endama KJA'yê Şehnaz Daniş daxuyanî da û got bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê xwestin ku tecrîdê danin ser hemû gelê Kurd. Daniş diyar kir ku ji bo demokrasî û aştiyê divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin.

Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşman belav bû û polîsan êrîşî gel kirin. Di êrîşê de wesayîta polîsan xwe li welatiyê bi navê Ahmet Uzum da û Uzum, ê ji lingê birîndar bûyî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Her wiha du welatiyên ku navê wan nehat zelalkirin jî hatin binçavkirin. 

ŞIRNEX

Li navenda Şirnexê jinan ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qedexeyên li ser bajaran, daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin û rê ji trafîkê re girtin. 

Bi rasthatina 10'ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan bi pêşengtiya jinan li Şirnex çalakî hat lidarxistin. Li gel Parlementera HDP'ê ya Şirnexê, hevşaredar, rêveberên HDP û DBP, endamên KJA, gelek welatî tevlî daxuyaniya li ber avahiya DBP'ê hatî dayîn bûn. 

Li ser navê girseyê Hevseroka Meclisa Bajêr Ayşe Çîfçî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: "Qetilkirinê dewletê belavî her çar parçeyê welat bûye, ji aliyekî ve dewlet tecrîda li ser Ocalan giran dike û ji aliyê din ve ciwanên ku aştiyê dixwazin tên qetilkirin. Her kelî êrîşî nirxên civaka me dikin. Wê gelê me li Ferqînê, Sûrê û Nisêbînê bi berxwedanê biser bikeve. 

Piştî daxuyaniyê girseyê rêya Cizîr û Qilebanê ji trafîqê re girt. 

SILOPIYA

Li Silopiya jî bi heman armancê di pêşengtiya Jinên Ciwan ên Azad û Demokrat de (ODGK) meşek hat lidarxistin. Li gel rêxistinên HDP û DBP, nûnerên Saziyên Civaka Sivîl bi hezaran kes tevlî meşê bûn. Bi hezaran welatiyên li ber avahiya HDP'ê kom bûn, heta navenda bajar meşiyan û careke din li ser Rêya Îpekê re hatin ber avahiya HDP'ê. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Meclîsa Gel Pakîze Nayir axivî û got ku tecrîda li ser Serokê Gelê kurd Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin û heta tecrîd ranebe wê berxwedana wan berdewam bike.

Piştî axaftina Nayir, gel bi dirûşman belav bû.

HEZEX

Li navçeya Hezex a Şirnex endamên KJA'yê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin meşeke girseyî li dar xistin. Di meşê de pankarta ''Em jiyana azad ava bikin û roja xwe azad bikin'' hate vekirin û meş ji Parka Aştiyê heta Navenda Şêwirmendiya Jinê pêk hat. Di meşê de girseyê bê navber dirûşmên ''Bijî Serok Apo'' Bijî Berxwedana Sûrê'' berz kir.

Li ser navê girseyê Endama KJA Fadîle Çakir daxuyanî xwend û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd. Çakir da xuyakirin ku ev tecrîd tenê ne li hember Ocalan li ser hemû gelê Kurd pêk tê.

Daxuyanî bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.

CIZÎR

Di pêşengtiya KJA de li Cizîrê jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin. Welatiyên li ber avahiya HDP hatîn cem hev bi posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşê kirin. Di meşê de pankartên, "Rêber Apo azadiya me ye" û "Jîna bê Rêber Apo em najîn" hatin vekirin. Piştî ku meş li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zîn bi dawî bû, deqeyekê rêzgirtin pêk hat û Hevseroka Meclîsa Bajêr Asya Yuksel bang li gelê Kurd kir ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan û ji bo azadiya Ocalan dakevin qadan. 

Piştî axaftinê meş bi dirûşman û çepikan bi dawî bû.