HDK: Bila tecrîda li ser Ocalan bê rakirin
HDK’ê diyar kir ku li Tirkiyeyê mafên mirovan di bin êrîşa AKP’e û Erdogan de ye. HDK’ê li hemberî qetilkirina sivîlan ên li Kurdistanê, cînayetên jin û xwest ku tecrîda li ser Ocalan bê rakirin.
HDK’ê diyar kir ku li Tirkiyeyê mafên mirovan di bin êrîşa AKP’e û Erdogan de ye. HDK’ê li hemberî qetilkirina sivîlan ên li Kurdistanê, cînayetên jin û xwest ku tecrîda li ser Ocalan bê rakirin.
Hevberdevkên HDK’ê Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu bi wesîleya 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Mafên mirovan û destketiyên dewleta hiqûqê di bin êrîşên AKP’ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de ye” û wiha berdewam kir:
‘HER MALEKÊ VEDIGUHERÎNIN GÎRTÎGEHEKÊ!’
“Bi talîmata Erdogan ve pêvajoya Çareserî û muzakereyê li gor biryarên şer ên civîna 30’ê Cotmehê 2014’an a MGK’ê hate hilweşandin û bi derbeya piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê, li Tirkiyeyê azadî û mafê jiyanê yên welatiyên ji kêfa tîmên taybet re hatin hiştin, tevahî mafên bingehîn her roj bi awayekî sîstematîk hatin binpêkirin, Tirkiye ber bi dîktaroriyekê bi lezgînî kete rê. Gelê Kurd ê di hedefa şer û îhlala mafên mirovan de ye, ji 7’ê Hezîranê û vir ve ji 160’î zêdetir sivîl di operasyonên ‘ewlehiya hundir’ de qurban da. Di serî de Nisêbîn, Cizîr, Farqîn, Dêrik, Sûr lig elek navçeyên Kurdistanê dorpêçên bi çekên giran pêk hatin, îbadetxane jî di vê hilweşînê de hatin hedefgirtin. Em ji rojên wiha derbas dibin ku êdî her malekê vediguherînin gîrtîgehekê.”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku tevî Tirkiyeyê Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan a li Tirkiyeyê 67. Salvegera wê ye, îmze kiriye jî ev 67 sal in sozên daye gelan û cîhanê înkar dike.
‘SIVÎL TÊN KUŞTIN; BEDENÊN JINÊN MIRÎ DAVÊJIN QADAN!’
“Tenê bi qetlîamên Pirsûs û Mîtînga Aştîyê ya Enqereyê ve ji Tirmehê û vir ve hejmara sivîlên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane li ser 130’î ne. Parazvanên mafên mirovan li pêşiya kamerayan ji patika xwe bi gulebaranê tê kuştin. Qasî zindiyan ên mirî jî di hedefa vê şîdetê de ne. Kesên bi hinceta ji ber serî hildane tên kuştin, li pey wesayîtên polîsan tên girêdan, bi erdê re tên kaşkirin, bedenê jinên mirî tên tazîkirin û davêjin qadan, dayik nikarin zarokên xwe yên mirî jî binax bikin, bi rojan di heman malê de bi miriyên xwe yên di sarincê de asê dimînin.” Têkîdarî êrîşên li hember çapemeniya rastiyan dinivîsîne jî ev hatin gotin: “Rojnamevanên di bin navê mafê agahî standinê dikevin pey rastiyan tên girtin. Ji derveyî propagandaya AKP’ê tevahî weşanên muxalif tên cezakirin, dikevin lêpirsînan. Nêzî 30 rojnamevanî hê jî girtî ye, di 2015’an de sîteyên înternetê yên hatine astengkirin li ser 1000’î ne. Bi dehan xwendekar bi hinceta sûcê heqaret li Serokkomar kiriye tên binçavkirin, tên girtin.”
‘GIRTÎ MÛAMELEYÊN REHÎNEYAN DIBÎNIN’
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ji 10 hezarî zêdetir girtiyê siyasî mûameleya ‘rehîneyan’ dibînin; her şîdeta şer zêde dibe li dijî girtiyan jî zext û şîdet zêde dibin û wiha berdewam kir: “300 jê giran zêdetirî 750 girtiyên nexweş ji bo navberê nadên înfaza wan di girtîgehan de hêdî hêdî tên kuştin. Zarok li gîrtîgehan de rastî tacîz, tecawiz û mûmaleyên xerab tên, ti tedbîrên esasî û mayînde jî nayên girtin.”
JIN Û CÎNAYETÊN KAR
Di daxuyaniyê de îhlalên di dema kar de û têkildarî şîdeta li hember jinê wiha hat diyarkirin:
“ Bi dehan lihevhatinên BM têkildarî mafê kar kirinê û li hember biryarên ÎLO berhemên nazik, karkirina bê ewlehî, teşeronbûn û ferzkirina performansa mercên xebatê yên bêrehm didomin. Ji ber nebaş qontrolkirina mekanîzmayên tendirustî û ewlehiyê de rê li ber cînayetên kar û nexweşiyên meslekî mafê jiyanek bi tendirust yê karkeran ji dest tê girtin. Tenê di 2015’an ji ber cînayetên kar, herî kêm 1317 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
Lihevhatinên derbarê mafên jinan û şîdeta li hember jina rawestandine, jin di dema desthilatdariya AKP’ê de bi şîdeta zilam dibin qurbanê, hê didome. Tenê sala 2015’ an de ji 280 jinan zêdetir ji ber şîdeta zilam jiyana xwe ji dest dane, ji 130 jinan zêdetir jî rastî destdirêjî û destavêtinê hatine.”
‘TECRÎDA LI SER OCALAN BÊ RAKIRIN; DORPÊÇA LI SER KURDISTANÊ BÊ BIDAWÎKIRIN’
Hevberdevkên HDK’ê, têkildarî tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bertek nîşan dan, daxwaz kirin ku, “ Hikûmet divê tecrîda bi mehan e li ser Birêz Ocalan pêk tîne, bi dawî bike û demildest bi Ocalan re hevdîtinê aştî û muzakereyan bide destpêkirin; dorpêça li ser bajarên Kurdistan rake û dawî li qetlîaman bîne; berpirsiyarên îhlalên mafên mirovan derxin holê û bi cezayê giran ceza bikin.”