Gerîlayê HPG’ê Kayar ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Bayram Kayar (Çiya Goyî) ê di şerê li Elkê de jiyana xwe ji dest da li gundê Şiwêt (Balli) hat defnkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Bayram Kayar (Çiya Goyî) ê di şerê li Elkê de jiyana xwe ji dest da li gundê Şiwêt (Balli) hat defnkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Bayram Kayar (Çiya Goyî) ê di şerê li Elkê de jiyana xwe ji dest da li gundê Şiwêt (Balli) hat defnkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Bayram Kayar (Çiya Goyî) ê 26’ê Îlonê di şerê li Elkê de jiyana xwe ji dest da piştî testa DNA bi encam bû ji aliyê malabata wî ji Saziya Tipa Edlî ya Malatya hat wergirtin. Cenaze ji vir birin navçeya Elkê ya Şirnexê. Bi konvoyek bi sedan wesayîtî ku di nav de Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhet Encû, nûnerên HDP, DBP, MEYA-DER û malbata Kayar jî hebû ji bo cenaze defn bikin ber bi gundê Şiwêt (Balli) ve ketin rê. Bi merasîmekê ve cenazeyê Kayar hat oxirkirin. Di merasîmê de Nûnerê MEYA-DER Mele Kasim Yîgît axivî, diyar kir ku şervanên Kurd li tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê şerê mirovatiyê dimeşîne, wiha berdewam kir: “Ji bo rûmeta mirovahiyê têdikoşin. Ev mirovana ne ji bo berjewendiyên xwe ji bo azadiya gelekî û mirovatiyê şer dikin. Em ê şopdarê vê têkoşîna bi rûmet bin û heta em xeyalên wan pêk bînin jî em ê li têkoşîna wan xwedî derkevin.”
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu jî bal kişand kul i ser vê axê berdêlên pir mezin hatine dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev gel êdî naxwaza bê statu bijî. Di bin zilma sîstemeke din ti jiyanê napejirînin. Pêwîst e guh bidin van daxwazên gelê me. An jî wê li hember zaliman her roj têkoşîna me mezintir bibe.”
Birayê gerîlayê HPG’ê Kayar Feyzî Kayar jî destnîşan kir ku birayê wî ji bo xwe û ji bo malê dinê ti tişt nekiriye û wiha bi bîr xist: “Birayê min ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo axek azad jiyana xwe feda kir. Bila serê gelê Kurd sax be.”