Ji aliyê rêxistinên civaka sivîl êrîşên li dijî Sûrê hatin protestokirin

Rêxistinên civaka sivîl têkîldarî qedexeya kolanan daxuyaniya hevpar dan û bi gotina "Em hawara Sûrê di bedena xwe de hîs dikin. Sûr bi candayînê ve qîr dike" banga xwedîlêderketina mîrateya çandî kirin.

Rêxistinên civaka sivîl  têkîldarî qedexeya kolanan daxuyaniya hevpar dan û bi gotina "Em hawara Sûrê di bedena xwe de hîs dikin. Sûr bi candayînê ve qîr dike" banga xwedîlêderketina mîrateya çandî kirin.

Komeleya Ekolojiyî ya Amedê, Odeya Plankerên Bajar, Odeya Mîmaran, Tevgera Çandê û DÎAY-DER'ê têkîldarî qedexeya kolanan a li navçeya Sûrê ya Amadê daxuyaniya hevpar dan. Ji Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê Kezîban Arukan daxuyanî xwend û diyar kir ku avahiyên dîrokî heta roja îro jî hatine û wiha axivî: "Lê îro jî em qêrîna hawarê ya Sûrê di bedena xwe de hîs dikin. Sûr bi candayînê ve qîr dike."

'SÛR RUHÊ AMEDÊ YE'

Arukan destnîşan kir ku bi hincetan li Sûrê rêveberiya awerta hatiye îlankirin, bi rojan e qedexeya kolanan hatiye îlankirin û êrîşa li dijî navendên bawariyê, nasnameya bajar, dîroka bajar û çanda bajar nayê qebûlkirin. Arukan nirxandina "Sûr hem paşeroj hem jî pêşeroja me ye, ti hincetên ewlehiyê nikare bibe sedama şewitandina dîroka ku BZ. 7500'an de hatiye çêkirin." Arukan anî ziman ku divê di demeka kurt de qedexe bê rakirin û banga xwedîdêrketina dîrok û çanda li Sûrê kir.