Gundiyên di bomberdûmana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin

Cenazeyên Hurşît û Macît Olmez ên di êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de jiyana xwe ji dest dan, danê vê sibehê li gundê Şifrezanê yê Qilabanê hatin veşartin.

Tevî astengiyên leşkerên Tirk jî cenazeyên her du gundiyan ji ser sînor hatin wergirtin û piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, îro bi konvoyeke ji wesayîtan birin gundê Şifrezanî.

Cenazeyên Hurşît Olmez û Macît Olmez, li dû bi cih anîna wecîbeyê olî, li goristana gund hatin veşartin.