Çete Til Eranê bomberdûman dikin

Çeteyên DAIŞ’ê ji herêma depoya genim, bi bombeyên hewana bajarokê Til Eran bomberdûman dikin. Heta niha di bombardûmanê sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 2 kesên sivîl jî birîndar bû.

Çeteyên DAIŞ’ê ji herêma depoya genim, bi bombeyên hewana bajarokê Til Eran bomberdûman dikin. Heta niha di bombardûmanê sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 2 kesên sivîl jî birîndar bû.

Li gor agahiyên ji bajarokê Til Eranê hat ragihandin, çeteyên DAIŞ’ê bombebarana malên sivîlan didomînin.

Hate diyarkirin ku ji ber topbarana çeteyan, welatiyê bi navê Hisên El-Hisên (30) ê ji pêkhateya Ereb jiyana xwe ji dest da û 2 kesên sivîl jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku rewşa birîndaran di xeteriyê de ye û derfetên tibî yên pêwîst jî li bajarok nayên peydakirin.

Bajarokê Til Eranê girêdayî gundewarên başûrrojhilatê parêzgeha Helebê ye û piraniya niştecihên wê Kurd in. Ji ber bomberdûman û dorpêça bajarok a ji aliyê çeteyan ve jiyana welatiyan zehmet bûye.