Li başûrê Sirînê bi dehan çete hatin kuştin
Balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî ku bi hêzên YPG/YPJ'ê re tevdigerin, li hedefên DAIŞ'ê yên li başûrê bajarokê Sirînê xistin.
Balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî ku bi hêzên YPG/YPJ'ê re tevdigerin, li hedefên DAIŞ'ê yên li başûrê bajarokê Sirînê xistin.
Balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî ku bi hêzên YPG/YPJ'ê re tevdigerin, li hedefên DAIŞ'ê yên li başûrê bajarokê Sirînê xistin. Di encama êrîşê de bi dehan çete hatin kuştin.
Li gorî nûçeya ANHA'yê, balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî ku bi hêzên YPG/YPJ'ê re tevdigerin, duh bi şev baregehên çeteyên DAIŞ'ê yên 27 km li başûrê bajarok û li gundê Malha yê 4 km li başûrê Sirrînê, her wiha li gundikê Tişrîn ê nêzî bajarê Reqqayê bombe kirin.
Di encama bomberdûmanê de bi dehan çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. 7 hawan û 2 maşînên çeteyan jî hatin rûxandin.