Yîgîtalp: Divê her kes deng bide berxwedana li Sûrê
Li Sûrê berxwedan û êrîşên dewleta Tirk didome. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp diyar kir ku ne tenê Sûrê, tevahî Amedê di bin dorpêçê de ye.
Li Sûrê berxwedan û êrîşên dewleta Tirk didome. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp diyar kir ku ne tenê Sûrê, tevahî Amedê di bin dorpêçê de ye.
Li Sûrê berxwedan û êrîşên dewleta Tirk didome. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp diyar kir ku ne tenê Sûrê, tevahî Amedê di bin dorpêçê de ye.Yîgîtalp destnîşan kir ku her kêliyek derbas dibe gelê Sûrê gavek din nêzî qetlîamê dibe, wiha got: “Divê tevahî demokrat, çep sosyalîst, komaleyên mafên mirovan, aktîvîstên mafên mirovan, Parlamentoya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, deng bidin berxwedana li Sûrê û bê ku ti demê winda bikin ji bo ev kar li ser hêstiyarî û bingehek muzakereyan bê çareserkirin, divê bikevin nav tevgerê.”
Li navçeya Sûrê ya Amedê ku bi rojan e di bin dorpêçê de ye, her diçe rewş giran dibe. Li navçeye ku elektrîk, av, şebekeyên înternet û telefonê hatine qutkirin, tevahî ketin û derketina navçeyê ji aliyê bi sedan tîmên taybet û wesayîtên zirxî hatiye girtin, malên li navçeyê bûne hedefên bombeavêj û guleyan. Bomberdûmana li navçeyê her diçe dijwartir dibe. Îro jî di encama bomberdûmanê de malek şewitî û ji ber roket lê ket, maleke din jî xera bû.
Li navçeya ku hema hema li her kolanek wê avahiyek dîrokî lê heye, ev avahiyên dîrokî jî para xwe ji hêrsa hêzên dewletê digire. Mizgefta Kûrşûnlû ya dîrokî ku berê ji ber guleyên bombeavêjê yê hêzên dewletê bikar anîn şewitî bû, îro jî ji ber bomberdûmana zêde hatiye wê astê ku dike xera bibe.
Li navçeyê ku hêzên dewletê hewl dide bi tankan bikevinê, pevçûn hê jî didomin. Bi taybet li nêzî Mizgefta Kûrşûnlû dengên teqînên dijwar tên.
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp têkîldarî rewşa Sûrê agahî ragihandin, diyar kir ku ne tenê Sûr, tevahî Amed di bin dorpêçê de ye, wiha berdewam kir: “Li cihê ku çûyin û hatin lê herî zêde ye, wesayîtên zirxî hatine bicihkirin. Li Sûrê rewş her diçe girantir dibe. Li navçeya ku leşker hewl didin bi tankan bikevinê, bi awayekî zêde top tên bikaranîn. Wek her kes jî dizane, Sûr mahzûbantiyê ji avahiyên dîrokî re dike. Li hember vî cihê ku hafizaya dîrokî ya Amedê di nav xwe de dihewîne, êrîşên derveyî mirovahiyê pêk tên.”
Yîgîtalp bal kişand ku bi mehan e, dewlet li Amedê û tevahî Kurdistanê polîtîkayek li ser kuştin û mirinê bikar tîne, wiha domand: “Tevî tê zanîn ku polîtîkayên îmhayê 40 salan encam negirtin jî israrkirina di vê polîtîkayê de ne tiştekî ku mejî dikare rake ye. Polîtîkaya îmhayê ji bilî hêrs û rageşiyê nikare ti encamên din bi xwe re bîne.”
Yîgîtalp destnîşan kir ku her kêliyek derbas dibe gelê Sûrê gavek din nêzî qetlîamê dibe, wiha got: “Divê tevahî demokrat, çep sosyalîst, komaleyên mafên mirovan, aktîvîstên mafên mirovan, Parlamentoya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, deng bidin berxwedana li Sûrê û bê ku ti demê winda bikin ji bo ev kar li ser hêstiyarî û bingehek muzakereyan bê çareserkirin, divê bikevin nav tevgerê. Em ti agahiyan ji gelê Sûrê nikarin bigirin, bê ka çi li hundir diqewime em nizanin. Lê bomberdûmana bê navber cîdîbûna rewşê jixwe datîne holê. Îro wezîfedarên raya giştî yên Cizîrê ji aliyê dewletê derketine îznê, ev jî bi xwe îspat dike ku bê ka wê asta qetlîama li Kurdistanê çêbibe çiqasî mezin e. Ji bo dorpêça li Sûrê rabe, sibê em ê kesên hilbijartî bi gelê xwe re ber bi Sûrê bimeşin. Bila mirovên me vê baş bizanibin; Eger gelê me bixwaze, wê ti hêz nikaribe wan bisekinîne.”