BI DÎMEN-'Daxwaza xwerêvebirinê ya gel rewa ye, helwesta dewletê ne rewa ye'

Bîlîcî pêvajoya muzakereyê ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin bibîr xist û got, "Birêz Ocalan xwest şîdetê ji holê rake û bi vî rengî encamekê werbigire."

Binpêkirina mafên mirovan ên bi salane li Kurdistanê dewam dikin, di 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de jî didome.

Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî pêvajoya muzakereyê ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin bibîr xist û got, "Rêbaza di vê pêvajoyê de hat bikaranîn, diyalog û muzakere bû. Birêz Ocalan xwest şîdetê ji holê rake û bi vî rengî encamekê werbigire. Deklarasyonek ji deh xalan amade kir. Li ser bingeha vê deklerasyonê hewl da pirsgirêkê çareser bike. Di nava vê pêvajoya sê salan dewam kir de, weke parêzvanên mafên mirovan û gel, em bi hêvî bûn ku ev pirsgirêk wê were çareserkirin û bêhn were ber me. Lê belê aqlê berê yê dewletê xwe careke din nîşan da û got, 'Em çi dikin, çima dev ji înkar û tinekirinê berdidin?'. Bi vê nêzîkatiyê re pêvajoya muzakereyê qedand û careke din serî li şîdetê da."

Bîlîcî da zanîn ku dewlet bi binpêkirina Peymana Cenevre û gelek protokolên îmzekirî re, sivîlan qetil dike û polîtîkaya şerê qirêj dimeşîne. Bîlîcî got, "Ji 24'ê Tîrmehê û vir ve operasyonên fermî hatin destpêkirin. Ji vê demê û pê ve jî binpêkirina mafên mirovan derket asteke xetere."

HERÎ ZÊDE DI SALA 2015'AN DE MAFÊN MIROVAN HATIN BINPÊKIRIN

Bîlîcî ragihand ku di sala 2015'an de hejmara binpêkirina mafên mirovan gihaştiye asteke xetere û got, "Îşkence, binçavkirin, pêkanînên xerab, binpêkirina azadiya ramanê, mirina zarokan, şîdeta li zarokan, destdirêjiya li zarokan, destavêtin li zarokan, girtina zarokan, şîdeta li jinê, binpêkriina mafên civakî û zerardayîna li xwezayê, derketin asta herî bilind. Sedema rûdana encameke bi vî rengî ya tirsnak, polîtîkayên înkar û tinekirinê ne."

DEWLET JI BO TINEKIRINÊ TEVDIGERE

Bîlîcî da xuyakirin ku gelên daxwaza xwerêveberiyê dikin, bêyî ku dewletê ji holê rakin dixwazin di nava rewşeke wekhev, azadî û demokratîk de bi hev re bijîn û xwe bi xwe bi rê ve bibin. Bîlîcî got, "Daxwaza li Kurdistanê gelekî zelal, însanî û rewa ye. Di heman demê de li peymanên navneteweyî jî tê. Daxwazeke bi vî rengî ya statuyê, daxwaza rêvebirina xwe bi xwe ya gel e. Ya ku îro li Sûr, Silopiya, Şirnex, Gimgim, Farqîn, Colemêrg û gelek deverên Kurdistanê tê xwestin, ev e. Daxwaza gelê li Kurdistanê rewa ye, lê helwesta dewletê ne rewa ye. Dewlet ji bo tine bike tevdigere. Li hemberî vê yekê gel, bi taybetî jî ciwan li ber xwe didin. Hûn dikarin vê nîqaş bikin, dikarin rast jî nebînin, lê belê hûn nikarin bi înkar û tinekirinê nêzî bibin."

Bîlîcî di dewama axaftina xwe de diyar kir ku operasyonên qirkirina siyasî jî bê navber dewam dikin û destnîşan kir, ku ji ber polîtîkayên yekparêzî, redkarî û cihêkariyê yên dewletê, gel ji hev qut dibin û rewşek ber bi şerê navxweyî ve rû dide.

TECRÎD ÎŞKENCE YE, ÎŞKENCE SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE

Bîlîcî da xuyakirin ku tecrîda li ser Ocalan li dijî qanûnan û peymanên navneteweyî ye û got, "Tecrîd îşkence ye, îşkence jî sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Girîng e dewlet dev ji vî sûcê ku demeke dirêj de dike berde, tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan tavilê rake û pêşî li çareseriya vê pirsgirêkê bi rêya muzakereyê veke."