PYD: Êrîşên li Til Temir nîşaneya têkçûna çeteyan e
Meclîsa PYD'ê ya Til Temirê êrîşên li bajêr şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş nîşaneya têkçûna çeteyan e.
Meclîsa PYD'ê ya Til Temirê êrîşên li bajêr şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş nîşaneya têkçûna çeteyan e.
Meclîsa PYD’ê ya bajarê Til Temirê, der barê êrîşên ku li dijî bajarê Til Temirê pêk hatin de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Meclîsê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di vê êrîşa ku li dijî welatiyên sivîl de, xwîna hemû pêkhateyan tevlî nava hev bûye û wiha domandin: "Ev yek jî diyar dike ku yekbûna pêkhateyan, jiyana hevbeş û biratiya gelan ku hemû ji berhemên şoreşa 19’ê Tîrmehê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk in, êdî komên terorîst û alîgirên wan dixe fikaran. Têkiliya gelek welatên herêmê ya bi komên çete yên ku dijminahiyê li biratiya gelan dikin re êdî aşkera bûye."
Di daxuyaniyê de ev êrîşên ku li Til Temirê pêk hatin rasterast girêdayî rewşa aloz a ku Sûriyw tê re derbas dibe ye û ev tişt hat gotin: "Em nikarin van êrîşan ji rewşa Sûriyeyê cuda bikin. Ew hêzên ku li Sûriyeyê di nava şer de ne negihiştin ti çareseriyê û rewşa Sûriyeyê hîn girantir dikin. Hin alî îdîa dikin ku nêzî çareseriyê bûne, lê ew hîn aloziyê kûrtir dikin."
Di berdewamiya daxuyaniyê de jî bal hat kişandin ser Kongreya Sûriyeya Demokratîk ku di navbera 8-9’ê Kanûna 2015’an de li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye lidarxistin û ev tişt hatin gotin: "Ev kongre gaveke girîng bû û diyar dike ku fikrê azad û şoreşa civakî ti carî nayê tinekirin. Tevî hemû rengên ambargoyê û êrîş û kiyarên hovane yên çeteyan, gel ji berxwedana li hember desthilatdariyê venegeriya û ji bo guhertinê kar dike. Ev êrîşa çeteyan a ku li Til Temirê pêk hat jî delîla îflasa çeteyan û têkçûna wan e."
Di dawiya daxuyaniyê de jî ev tişt hatin gotin: "Em weke Meclîsa PYD'ê ya bajarê Til Temirê van êrîşên hovane şermezar dikin. Em soz didin hemû şehîdên xwe ku em ê heta gihandina doza wan a serketinê û pêkanîna azadiya civakî li tevahiya Rojava û Sûriyeyê, têkoşîna ku wan daye destpêkirin, bidomînin. Em sarsaxiyê ji malbatên şehîdan re û şîfaya acîl jî ji birîndaran re dixwazin."