Tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Elmanya Aachenê hat protestokirin.
ANF
AACHEN
yekşem, 13 berfanbarê 2015, 10:51
Tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Elmanya Aachenê hat protestokirin.
Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Aachenê û Meclîsa Jinê ya Denîz Firat, bis edan kes li ber Navenda Civaka Demokratîk civiyan û ber bi meydana Elîsen Brûnnen a li navenda bajêr ve meşiyan.
Di dema meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Kujer Erdogan", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" hatin qîrîn. Li Elîsen Brûnnenê jî ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, deqeyek rêz hat girtin. Di daxuyaniya li vê derê de hat xwestin, ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û şîdeta dewletê ya li bajarên Kurdan bê qedandin. Her wiha banga naskirina mafê xwerêveberiyê hat kirin.