BI DÎMEN-Li Sûrê êrîş didomin, 2 kes birîndar bûn
Li navçeya Sûrê ya Amedê ku ev 6 car in derketina derve lê tê qedexekirin, êrîş di roja 3. de pir zêde bûne.
Li navçeya Sûrê ya Amedê ku ev 6 car in derketina derve lê tê qedexekirin, êrîş di roja 3. de pir zêde bûne.
Li navçeya Sûrê, "qedexeya derketina derve" di roja 3. de bi êrîşên dijwar, dewam dike. Di êrîşên hêzên dewletê de duh 2 welatî birîndar bûn. Hat ragihandin ku di şerê li navçeyê diqewime de xisar li gelek wesayîtên zirxî çêbûne.
Li navçeya Sûr ku ev 6 car in derketina derve tê qedexekirin, di roja 3. de êrîş pir zêde bûne. Li Taxa Fatîh ji duh êvarê ve dengê çekan û teqînan tê. Hat ragihandin ku li vê derê li 3 wesayîtên zirxî yên êrîşî gel dikirin, ji ber şerê qewimî xisareke mezin çêbûye. Nayê zanîn ku di van wesayîtên derb xwarine de, mirî yan jî birîndar hene yan na. Her wiha hate ragihandin ku li nêzî Mizgefta Kûrşûnlû li hember wesayîta zirxî ya tîmên taybet çalakiya bi rokatan hatiye lidarxistin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li heman cihî ji ber êrîşên hêzên dewletê, îro jî 2 kes birîndar bûne.
Gel jî li hember êrîşên zêde yên dewletê piştevaniyê xurt dikin, pêdiviyên xwe bi awayekî komunal bi cih tînin.
Şêniyên Sûrê yên li dijî êrîşên çekdarên dewleta Tirk li ber xwe didin, bang li tevahiya gel bi taybetî jî gelê Amedê dikin, ku li dijî vê terora dewletê çalakiyan lidar bixin û nerazîbûnê nîşan bidin.