Amed ji bo Sûrê çalakiyên bêdem li dar dixe
Amedî ji bo li hember pêkanîn conta û qetlîamên li Sûrê pêk tên çalakiyên bêdem dan destpê kirin. Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Bajarê Amedê Omer Onen diyar kir ku wê çalakiyên demokratîk li dar bixin.

Rêxistina HDP'ê ya Amedê ji bo pêşîlêgirtina êrîş û hewldanên qatlîamê ya li navçeya Sûrê wê sibehê li Parka Esma Ocak saet 12.00'an kom bibe û wê li Çîftkapiyê çalakiya rûniştinê bidin destpêkirin. Heta dorpêç bê rakirin jî wê çalakiyên xwe bidomînin.
'EM Ê ÇALAKIYAN XURTTIR BIKIN'
Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Bajarê Amedê Omer Onen têkîldarî pêvajoya çalakiyê axivî û diyar kir ku ew ê li dijî hewldanên qatlîam û êrîşan çalakiyên xwe xurttir bikin û banga tevlibûna çalakiyan li welatiyên Amedê kir.
'DEM DEMA RABÛNA LI SER PIYAN E'
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknaz Ûca jî anî ziman ku êrîş li dijî hemû gelê Kurdistanê ye û wiha got: "Hemû kesên ku li dijî qatlîaman bê deng biminîn wê bê wateya ku piştgiriyê didin qatlîaman. Dem dema rabûna li ser piyan e. Li dijî tank û topan xweparastin rewa ye. Divê îro hemû civak li ber xendekan li ber xwe bidin. Roj roja berxwedan û yekîtiyê ye. Ji bo pêşerojê divê em li ber xwe bidin."