Li Kerboranê êrîş didomin
Ji Qereqola Jendermeyan a Kerboranê taxa Safa tê bomberdûmankirin.
Ji Qereqola Jendermeyan a Kerboranê taxa Safa tê bomberdûmankirin.
Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ji Qereqola Jendermeyan Taxa Safa tê bomberdûmankirin. Li navçeyê serê sibêhê li dijî êrîşên ku hate destpêkirin gel li ber xwe dide û ji Qereqola Jendermeyan a Kerboranê Taxa Safa tê bomberdûmankirin.
Li taxê dûman bilind dibin û Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê ya ku cenazeyê ciwanê bi navê Takyedîn Oral ê ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin lê ye hate dorpêçkirin. Hate ragihandin ku tîmên taybet ketin nexweşxaneyê, telefonên xebatkaran desteser dikirin.
Ji Taxa Xelîlayê jî gelek welatî ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Taxa Safa ber bi navenda navçeyê dest bi meşê kirin.