Çete êrîşî Şêxmeqsûd dikin

Çeteyan duh bi şev û îro ber destê sibehê, hawan avêtin taxa Şêxmeqsûd.

Çeteyan duh bi şev û îro ber destê sibehê, hawan avêtin taxa Şêxmeqsûd.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, çeteyên El-Nûsra, Ehrar El-Şam û hevalbendên xwe şevê din û vê sibehê careke din bi hawanan êrîşî taxê kirin. Topên hawanan li malên sivîlan ketin.

Çete ji devera di navbera rêya Kastîlo û Seken Şiqêfê topan diavêjin welatiyên taxê. Ji ber topbaranê gelek ziyanên madî çêbûn.

Şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin jî berisv dan cihê ku top jê tên avêtin û şer derket.