Piştî ku hejmareke zêde leşker û alavên leşkerî li navçeyên Cizîr û Silopiyayê hatin bicihkirin, Walîtiya Şirnexê destûreke bêdawî da mamosteyan. Wargehên xwendekaran ên li navçeyan ji aliyê Midûriyeta Perwerdeyê ya Millî ve hatin valakirin. Di heman demê de nivîseke fermî ji nexweşxaneyên dewletê re hat şandin û ji wan hat xwestin, ku personel û malzemeyên xwe amade bikin.
Piştî ku hejmareke zêde leşker û cebilxane li navçeyên Cizîr û Silopiyayê hatin bicihkirin, derket holê ku Walîtiya Şirnexê destûreke bêdawî daye mamosteyên li van navçeyan.
Bi rêya telefonê mesaj ji mamosteyên li Cizîr û Silopiyayê re hat şandin û ji wan re hat ragihandin ku dibistan heta demeke nediyar ketiye betlaneyê. Her wiha ji wargehên xwendekaran ên li navçeyan re nivîsek fermî hat şandin û ji rêveberiyên van wargehan hat xwestin, ku wargeh bên valakirin.
Li Silopiyayê jî, ku ji aliyê tîmên taybet û leşkeran ve hatiye dorpêçkirin, ji nexweşxaneyan hat xwestin ku personel û malzemeyên xwe amade bikin.
Li Cizîrê polîsên Tirk bi maşînên zirxî digerin û guleyan li derdorê direşînin. Li kolanên Orhan Dogan, Yafes û Arîn Mîrxan, ji ber gulereşandina ji maşînên zirxî, esnafan dikanên xwe girtin.