Li Oremarê çalakî, li Herêmen Parastinê yên Medyayê bomberdûman

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê da xuyakirin ku 12’ê Kanûnê hêzên gerîla li Oremarê çalakiyek sûîqestê li dar xistin. Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê da xuyakirin ku 12’ê Kanûnê hêzên gerîla li Oremarê çalakiyek sûîqestê li dar xistin. Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin. Di daxuyaniyê de agahiyên nasnameya gerîlayekî ku 9’ê Kanûnê li Nisêbînê jiyana xwe ji dest daye hat dayîn.

HPG’ê ragihand ku bomberdûmana li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî didome.

LI OREMARÊ ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê têkîldarî çalakiya gerîlayan a li Oremarê de ev agahî parve kir: 

“12’ê Kanûnê saet 15.00-15.30’an li hember leşkerên ku li nav girên Şehîd Zerdeşt û Şehîd Rahîme yên li xeta sînorê qada Oremarê ya navçeya Gever a Colemêrgê, hêzên gerîlayên me çalakiyek sûîqestê li dar xistin û di encam de leşkerek hate kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC, herêmên derdora xwe da ber çekên giran.”
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 12’ê Kanûnê saet 15.00-16.00’an komek cerdevan bi armanca keşfê hatin qada Şehîd Gafûr û di encama gulebarana gerîlayan de ji qadê vekişiyan.

GERÎLAYÊKÎ JIYANA XWE JI DEST

HPG’ê agahiyên nasnameya gerîlayekî ku 9’ê Kanûnê li Nisêbînê jiyana xwe ji dest da wiha da xuyakirin:
“Me dabû xuyakirin ku di encama şerê 9’ê Kanûnê yê di navbera hêzên me û artêşa TC de li qada gundê Xirbê Sor ê girêdayî Nisêbînê de 3 hevalên me şehîd ketine û me yê agahiyên sicîlê yê hevalekî xwe piştre ragihanda. Agahiyên sicîlê yê hevalê Firat Nisêbîn ê ku agahî hatin zelalkirin wiha ne:

Nasnav: Firat(Kûrtay) Nisêbîn
Nav-Paşnav: Mûstafa Ozmen
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik- Bav: Şaha - Ûbeydûllah
Dîrok û Cihê Şehadetê: 9’ê Kanûnê 2015 / Mêrdîn

...