Operasyonên qirkirina siyasî li Amedê dewam dikin

Endama KJA û Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sûzan Paçal duh êvarê li Amedê hat binçavkirin. 5 xebatkarên çapemeniya azad û 2 şêniyên taxê yên li Sûrê hatin binçavkirin, hînê li emniyetê tên ragirtin.

Endama KJA û Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sûzan Paçal duh êvarê li Amedê hat binçavkirin. 5 xebatkarên çapemeniya azad û 2 şêniyên taxê yên li Sûrê hatin binçavkirin, hînê li emniyetê tên ragirtin.

Endama KJA û Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sûzan Paçal, duh êvarê li Otogara Amedê ya Navbera Bajaran hat binçavkirin.

Li aliyê din, 5 xebatkarên çapemeniya azad ên li navçeya Amed Sûrê piştî rakirina "qedexeya derketina derve" ya ji bo demeke kurt çûn navçeyê û xwestin rewşê bişopînin, tevî 2 şêniyên navçeyê pêr hatibûn binçavkirin. Xebatkarên rojnameya Azadiya Welat Ferît Dere û El3ıfcan Alkan, xebatkarê Weşanên Aram û xebatkarên kovara Ozgur Halkê Pinar Sagnaç Kalkan û Savaş Aslan, tevî du şêniyên navçeyê Azîz Dûrmaz û Firat Yildiz hatin binçavkirin û hînê li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê tên ragirtin.