Cenazeyê Oral sewqî Mêrdînê hate kirin
Cenazeyê Oral ê ku li Kerboranê ji aliyê polîsan hat qetilkirin sewqî Mêrdînê hate kirin.
Cenazeyê Oral ê ku li Kerboranê ji aliyê polîsan hat qetilkirin sewqî Mêrdînê hate kirin.
Cenazeyê Takyeddîn Oral ê ku li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ji aliyê tîmên taybet hat qetilkirin, bi hinceta li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê cih tineye sewqî morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hate kirin.
Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di roja 3. ya qedexeya kolanan de Takyeddîn Oral, di encama gulebarana tîmên taybet de hatibû qetilkirin. Cenazeyê Oral rakiribûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Bi hinceta ku li morga nexweşxaneya navçeyê cih tineye, cenazeyê Oral sewqî Mêrdînê hate kirin, hate ragihandin ku li navçeya ku pêkanînên rêveberiya awarte lê hene, rêveberên Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê ji bo mirinên dibe ku pêk werin, morga nexweşxaneyê vala dikin.