BI DÎMEN

Salvegera damezrandina PKK'ê li Swîsreyê hat pîrozkirin

37. salvegera damezrandina PKK'ê li Swîsreyê bi şevekê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya ku bi hezaran kes lê amade bûn de, xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê û şoreşa li Rojava hatin silavkirin.

37. salvegera damezrandina PKK'ê li Swîsreyê bi şevekê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya ku bi hezaran kes lê amade bûn de, xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê û şoreşa li Rojava hatin silavkirin.

Pîrozbahiya li salona sporê ya navendî ya Lûzernê, bi beşdariya bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsreyê dijîn pêk hat.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, li helbesta 'PKK'ê ya ji aliyê Endamê Desteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan ve hat xwendin, hat guhdarîkirin.

Axaftina vekirinê ya şevê li ser navê Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd li Swîsreyê Hamza Menge ve hat kirin. Menge dîroka PKK'ê bi kurtasî vegot û bal kişand ser asta ku têkoşîna azadiyê xwe gihandiye.

KAV: HETA KU OCALAN AZAD NEBE, GELÊ KURD WÊ XWE AZAD NEBÎNE

Siyasetmedarê Kurd Fûat Kav jî di axaftina xwe ya li vir re rewşa dawî ya li Kurdistan û Rojhilata Navîn nirxand û da zanîn ku Kurd di siyaseta li Rojhilata Navîn de xwe gihandine asteke girîng. Kav ragihand, ku hêza gelê Kurd gihandiye vê astê PKK ye û destnîşan kir ku PKK'ê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê jiyaneke azad û demokratîk ava kiriye. Kav got, "Di çarçoveya felsefeya Ocalan a pêşengê berxwedana 37 salan de li Rojava û Bakurê Kurdistanê jiyaneke nû tê avakirin." Kav da zanîn ku heta Ocalan azad nebe, gelê Kurd wê ti carî xwe azad nebîne.

Piştî axaftina Kav, peyama Tevgera Jinên Kurd li Swîsreyê ji aliyê Nesrîn Yazar ve hat xwendin û 37. salvegera damezrandina PKK'ê hat silavkirin.

Li dû axaftinan koma govendê ya zarokan a Navenda Çanda MED, hunermend Comert, Denîz Deman, Kawa Ûrmiye, Pinar Yildiz û Rodî Karahan derketin ser dikê.

...