'Eger êrîşek li dijî Şengalê destpê bike, wê PDK di nav de hebe'

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn diyar kir ku serdana li Tirkiyeyê, ji bo nixumandina armancên Tirkiyeyê yên emperyalîst hatiye kirin.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn, serdana Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî ya ji bo Tirkikyeyê nirxand û diyar kir ku serdana li Tirkiyeyê, ji bo nixumandina armancên Tirkiyeyê yên emperyalîst hatiye kirin.

Engîn der barê mijarê de bersiv da pirsên ajansa me. Kasim Engîn bal kişand ser hebûna leşkerên Tirk li Mûsilê û got, "KCK di daxuyaniya xwe de qala 2 hezar leşkeran Tirk. Li gorî hejmarên fermî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dayîn 900 leşker û 25 tank in. Tevî vê yekê Barzanî faktorekî gelekî girîng e. Her çend serdana Barzanî ya di vê demê de ji bo Tirkiyeyê hat gotin ku ji berê ve hatiye plankirin jî, derdikeve holê ku rastî ne bi vî rengî ye. Bi rûdana krîza Mûsilê re çûyîna wî, bi vê ve girêdayî ye. Bala xwe bidinê; hin pêşmergeyên ji aliyê Barzanî ve tên perwerdekirin nene, ku dixwaze bişîne Rojava. Tirkiye vê yekê weke şertekî destnîşan dike. Dibêje bila pêşmerge derbasî Rojava bibe. Lewma Barzanî yê ku AKP'ê re hevkariyê dike, dixwaze armancên veşartî yên Tirkiyeyê binixumîne. Serdana wî di vê çarçoveyê de dikare bê nirxandin."

Engîn da xuyakirin, ku yek ji xalên girîng ên vê serdanê, mijara PKK'ê ye û axaftina xwe wiha dewam kir:

"Sedema xwe ev e; PKK li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Kurdistanê ji bo Kurdan statuyeke mêtîngeriyê qebûl nake. Ya duyemîn; Ji Kurdan jî wêdetir PKK li Rojhilata Navîn nêzîkatiyeke cuda nîşan dide. Eger ev nêzîkatî bê rûniştandin wê pêşî li 'armancên emperyalîst' were girtin.

Ne tenê ji aliyê têkoşîna li Bakurê Kurdistanê ve tê meşandin, nêzîkatiya PKK'ê ya paradîgmayî dema ji aliyê xeta neteweya demokratîk ve were nirxandin, nêzîkatiyên konferalîzma demokratîk bi cih bê anîn, wê Tirkiye negihêje armancên xwe yên emperyalîst.

Hêza motorê îro PKK ye. Yên li Rojava jî, gelek derdorên din jî dibêjin 'projeya neteweya demokratîk 'projeya Rêber Apo' ye. Dibêjin 'projeya PKK'ê ye. Eger ev proje pêk were, bi awayekî xwezayî wê pêşî li armancên emperyalîst were girtin. Wê demê divê PKK ji navberê bê derxistin. Lewma sedema bingehîn a serdanê PKK ye."

Engîn diyar kir ku li serê Tirkiyeyê desthilatdariyeke bi aqlê selîm difikire nîne û da zanîn ku hikûmeta AKP'ê ya tengav bûye, li dijî Kurdan konsepteke êrîşî ya mezin daye destpêkirin. Engîn got, "Li Rojava, Bakur û Rojhilat PKK hêzeke mezin e. Li Başûr jî sempatiyeke mezin a gel heye. PKK ji bo vê sempatiyê bişikîne serî li her rê û rêbazê dide.

Dewleta Tirk jî bi hevkariya bi PDK'ê re dixwaze PKK'ê bê bandor bike. Dewleta TC li her cihî nikare li dijî PKK'ê şer bike. Lewma divê çi bike? Divê hêzekê derxîne holê ku li ser navê wê li dijî PKK'ê şer bike. Ji ber vê yekê Tirkiye dixwaze PDK'ê bi kar bîne. Ji bo PDK'ê li hemberî PKK'ê bide şerkirin, serî li her rêbazê dide. Em nikarin bêjin PDK bi temamî gihaştiye vê radeyê. Ji ber ku PDK neçar e raya giştî ya Kurd bihesibîne. Civaka Kurd ne mîna ya berê ye. Gelê Kurd şerekî di navbera Kurdan de qebûl nake û nerazîbûneke cidî nîşanî rewşeke bi vî rengî dide. Ji ber ku PDK jî van nerazîbûnan nikare bide ber çavan, têkiliyên bi dewleta Tirk re bi awayekî veşartî dimeşîne. Rewşa li Şengal û cihên mîna wê derketiye holê, nîşaneya vê yekê ye. Û eger li Şengalê, li Mûsilê êrîş destpê bikin, di çarçoveya têkiliyên PDK-Tirkiyeyê de wê PDK wê ji sedî sed di nava van êrîşan de cih bigire."

Engîn bibîr xist ku Serokê PDK'ê Mesûd Barzanîn êdî bi awayekî fermî serokê hikûmetê nîne, li parlamentê bi awayekî fermî hevparê hikûmetê nîne, lê belê bi awayekî nefermî dest daniye ser serokatiya hikûmetê.

Engîn got, "Dest daniye ser hemû erkên parlamentê. Bi gotineke din, dest daniye ser tevahiya Başûrê Kurdistanê. Ne rewa ye. Di rewşeke bi vî rengî de, nerazîbûn li hemberî Barzanî, malbata wî û PDK'ê derdikevin holê. Di vê mijarê de dişibe Tİrkiyeyê. Çawa ku AKP-Erdogan hewl didin Tirkiyeyê bi dest bixin, Barzanî jî heman nêzîkatiyê li Başûrê Kurdistanê nîşan dide. Dewleta Tirk, AKp û Erdogan bi hîle û zextan bi qasî ji sedî 50 ê dengan stend û hewl da bigihêje armancên xwe. Dibe ku Barzanî jî li Başûrê Kurdistanê serî li vê rê bide."